Berken Bereh û Mizgîn Ronak dê li ser Hawar û helbesta kurdî biaxivin

28/05/2024

Di ser 15yê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî da ji deh rojan zêdetir roj derbas bûn, hêj jî bernameyên pîrozkirina cejnê berdewam in.

Di çarçoveya pîrozkirina 15yê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî da li Batmanê panela bi navê ‘Ziman Bingeha Xwenasîna Neteweyan e’ tê lidarxistin.

Bername ji alîyê ARÎ-DER, EgitimSen, Şaredarîya Batmanê û BKMyê (Navenda Çanda biharê) ve tê amadekirin.

Di bernameya pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî da, bi moderatorîya Nuh Bozkurt , şair û rewşenbîr Berken Bereh dê li ser Hawar û Helbesta Kurdî, Mîzgîn Ronak jî dê li ser Hawar Hawara Kê Ye? gotarên xwe pêşkêş bikin û ew dê kitêbên xwe îmze bikin.

Bernameya îmzekirina kitêban, berîya destpêkirina panelê, dê saet 18:00an dest pê bike.

Bername 29ê Gulanê, Li Batmanê, saet 19:30an li Navenda Çandê ya Ahmed Guneştekîn dê dest pê bike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Şahnameyên Kurdî çi ne, kîjan in û Geşedanên Wê

Weşana paşê

Li Semsûrê perwerdeyan dest pê kir bo pisporên ku li qada tendirustiya derûnî dixebitin

Te hay ji vê heye?