Berken Bereh 50 salîya helbestkarîyê bi ‘Botanname’yê pîroz dike

22/11/2024

Weşanxaneya Avestayê bi minasebeta 50 salîya helbestkarîya Berken Bereh hemû berhemên wî di kitêbeka taybet de kom kiriye û çap kiriye.

“Botanname” wek kitêba 900ê ya weşanxaneyê derket û helbestkar dê dawîya hefteyê, da kitêba xwe îmze bike li Rihayê be.

50 salên helbestkarîyê

“Botanname” deh dîwanên hatîn weşandin û yeka nû di nav xwe de dihewîne. Berhem bi cild hatiye çapkirin.

Çapeka taybet

Ev berhem bi mezinahîya 14×22.5 cm û 880 rûpelî tenê carekê tê çapkirin û wek berhemeka koleksîyonê tê hesibandin.

Serdana Rihayê

Berken Bereh dê di dawîya vê heftiyê de li Rihayê be û dê bi xwendevanên xwe re hevdîtinan pêk bîne.

Çavkanî:
Weşanxaneya Avestayê
Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Pêşbirka çîrokên kurdî: Her sê kesên ewil dê xelatê xwe bistînin

Weşana paşê

Kûrpêkirina War û Xurbetê di Stranên Nîvfolklorîk de