Medyaya Fransayê dîyar dike ku bergumanê êrîşa Parîsê dê îro derkeve mehkemeyê.

Ser êrîşa çekdarî ya roja Înê bergumanekî 69 salî hatibû desteserkirin.

Li gor nûçeyên di medyaya Fransayê de bergumanî li xwe mikur hatiye ku wî bi nijadperestîyê êrîş li dar xistiye.

Di êrîşê de, ku li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ketibû, 3 Kurd hatibûn kuştin.

Berpirsên Fransî dibêjin hîn ne zelal e ku bergumanî xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne.