* Hevpeyvîn: Ferîd Demîrel
Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû wê lîstika bi navê “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din” bilîze.
Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, ev demeke ku ji bo vê lîstikê amadekariyên xwe dikin. Di lîstikê de Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkuzu û Ozcan Ateş dilîzin. Lîstik cara pêşiyê wê roja 6ê Çiriya Pêşiyê li salona Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin. Dilawer Zeraqî lîstik wergerandiye kurdî û Berfîn Emektar jî derhênera lîstikê ye.
Stefan Tsanev, nivîskarê bûlgarî, ev lîstik ji ber dastana Jeanne d’Arca navdar amade kiriye. Li gorî ku dibêjin, Jeanne d’Arc di sedsala 15an de li Fransayê jiyaye. Beşdarî şerê Fransa û Ingilistanê bûye û bi jîrbûna xwe ya vî şerî nav daye. Lê paşê desthilatdaran ew weke sêhrbaz penase kiriye û di dawiyê de jî ew şewitandiye û kuştiye.
Stefan Tsanevî ji ber vê çîrokê, çîrokeke nû afirandiye ku navê jî jî kiriye “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din.” Nivîskarî bi vê çîrokê hewl daye ku bê ka ol û netewperestî, mirovan û civakê çawa dorpêç dikin.
Derhênera lîstikê Berfîn Emektarê derbarê lîstikê de bersiva pirsên bianetê da.
Şanoya Bajêr a Amedê bi piranî lîstikên klasîk amade dikin û bi wan derdikeve pêşberî şanohezan. Vê carê jî lîstika “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din” amade kiriye. Ev tercîha we ye yan sedemeke wê ya din heye?
Tektsên nûjen jî em dilîzin. Lê ev tercîh e. Gelek caran ev pirs tê pirsîn. Car caran tê rexnekirin jî. Wek tercih e. Em dixwazin klasîkên cîhanê bikin xizmeta şanoya kurdî. Mixabin aliyên wê yê mecburî jî hene. Tekstên kurdî zêde nînin. Gelek kes dipirsin û dibêjin ‘çima hûn tekstan nanivîsin?’ Ev ne karê me ye. Em ne nivîskar in. Xwezî hebûya û me bikira. Di cîhanê de jî wisa ye. Nivîskar û wêjekar vî karî dikin. Di nava kurdan de jî hewldan hene. Tiştên gelek xweş jî derdikevin. Em jî hewl didin. Em hewl didin di repertuara xwe de jî ew tekst hebin. Gelek ceribandinên me jî hene.
Sedema hilbijartina lîstika “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din” ji ber tercîheke çawa ye?
Em li lîstikeke kêmkesî digeriyan. Ji ber derfetan. Her tişt gelek gelek buha ye. Ji bo turneyan. Em nikarîbûn bi rehetî bigeriyan. Lîstikên me qerebalix in. Di turneyan de em pir astengiyan dibînin. Heqê rê pir pir zêde bûye, ji ber wê em nikarin bi rehetî bigerin. Ji ber wê jî em li lîstekeke kêmkesî digeriyan. Sedema sereke ev e. Piştî wê, ev lîstik ji xwe me dizanîbû. Ez ji bo xwe bibêjim, ‘ji bo min çima ev lîstik?’ Min derhênereriya lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” jî kiribû. Armanca min ew e ku dema ez derhêneriya lîstikan bikim, ez dixwazim karaktera jinan serdest be, jin bi hêz bin û li ser sahneyê weke lîstikvan jî xwe bikaribe îfade biki. Mixabin di şanoyê de him tekstên klasîk him yên modern, li cîhanê jî wisa ye, karakterên jinan gelekî flû ne. Di şanoya kurdî de gelek lîstikvanên jin hene, gelek kedê didin. Lê nayên xwuyakirin. Di van salên dawiyê de gelek gelek xwe derdixin pêş. Armanca min ew e ku em lîstikvanên jin derxin pêş. Dema em behsa lîstikvanên mêr dikin, bila em behsa lîstikvanên jin jî bikin. Ne ku lîstikvanên jin ne xwediyê wê jîr û zanatiyê ne. Ji ber ku tekst nînin. Ji ber ku tekst piranî ji hêla mêran ve tên nivîsandin, rewş wisa ye. Wek derhêner armanca min a yekem ev e.
Ji bo xwendina dewama hevpeyvîna li bianetê bitikîne