Berê Amedîyan bo Iphonên erzan li Zaxo û Batumê ye

Berê Amedîyan bo Iphonên erzan li Zaxo û Batumê ye
Berê Amedîyan bo Iphonên erzan li Zaxo û Batumê ye
Gulistan Korban
  • 29 Aralık 2022 09:33

Zêdebûna buhaya telefonên Iphonê yên li Tirkiyê berê milet dide Batuma Gurcistanê û Zaxoya Herêma Kurdistana Îraqê.

Telefona Iphon 14 Pro Max li Tirkiyê bêyî bacê (vergî) 28 hezar û 567 lîre ye, lê bi baca hikûmet ji van telefonan digire ev fîyet radibe 57 hezar û 200 lîreyan.

Kesên naxwazin telefonê bi vê fîyetê bigirin berê xwe didin derveyî Tirkîyê. Telefonên ku ji derveyî Tirkîyê tên kirîn jî divê qeydên wan li ser pasaportan bêne çêkirin ku telefon neyê girtin. Buhayê vê qeydê niha 2 hezar û 775 lîra ye, lê piştî serê salê ev buha dê bibe 6 hezar lîre.

Botan Times ser mijara Iphonên erzan bi sîvîlan re, ku çûne telefon erzantir kirîne, û bi şirketeke turan re axifî.

“Sala borî van mehan karê me nîn bû lê niha…”

Xwediyê Mitra Turê Murat Gezer dibêje ku sala borî wan van mehan kar nedikiriye, lê îsal rewş guherîye.

Gezer dîyar dike ku jiber ferqa fîyetên telefonan kesên dixwazin tevlî turên wan yên li Batumê bibin zêde bûne û dibêje ew du heyv in heftane 15 otobusan dişînin Batumê.

Ji Amedê ber bi Batumê ve heqê tureke rojane 900 lîre ye û bkesên dixwazin şevekê li wî bajarî bimînin jî fîyet radibe 1300 lîreyan.

“Wekî min bi hezaran kes diçe”

Mercan jî ji wan kesan e ku berîya çend hefteyan bo qeyda telefonê berê xwe daye Batumê. 

Ew dîyar dike ku jiber ku ew naxwaze piştî serê salê bo qeyda telefonê 6 hezar lîr bide ew jî wekî gelek kesan çûye Batumê. 

Li gor gotina Mercan rojane bi sedan kes ji Amedê û bajarên din diçin Batumê û tên.

“Em sê car biçin Zaxo werin dîsa ji Tirkiyê erzantire”

Mehmet bo qeyda li se pasaportê çûye Zaxo ya Herêma Kurdistana Îraqê.

“Buhayê telefona min li vir 57 hezar e, lê min ew ji derveyî Tirkiyê bi 27 hezaran girt. Ez û 3 hevalên xwe em bo rojekê çûn Zaxo û vegeriyan. Çûyin û hatina Zaxo hezar lîre girt, em sê carên din herin û bên dîsa jî li gor buhayê Tirkiyê erzantir e.” Mehmet dibêje.

Telefonên Iphone ya Apple, li gor agahîyên şîrketa lêkolînê ya Nukeni ya Japonyayê, li cîhanê herî buha li Tirkîyê têne firotin.

Brezîlya di rêza buhabûnê de bi salan di rêza yekê de bû, lî Tirkîyê îsal ew jî derbaz kiriye.

Click for English