“Heger ew ê di girtîgehê de nebe bila Leyla Zana be”

2 yıl ago

“Ji Tifaqa Miletî tu xêr tune ye. Divê em bi namzetê xwe tevlî hilbijartinan bibin”

Bariş Almaz Ciwaneke 24 salî ye, li Amedê di dikaneke şêraniyê de dixebite li ser pirsa me dibêje,“Ez gelek kefxweş bûm ku HDP wê bi namzetê xwe tevlî hilbijartinan bibe.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), eşkere kir ku ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de ew ê namzetê/a xwe diyar bike.

Ev daxuyaniya HDPê deng vedabû û ji gelek aliyan ve hatibû nirxandin.

Ya herî zêde tê miraqkirin gelo berbijêrên HDPê li ser vê biryarê çi dibêjin? Çawa şîrove dikin?


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Berbijêrên HDP yên li Amedê li ser biryara partîyê ji Botan Timesê re axivîn û piştgirî dan partiya xwe.

“Ger ew nebe namzet bila Leyla Zana bibe”

Ji bo pirsa xwe em ji gelê Amedê bikin me berê xwe da navçeya Surê. Her çiqas rojeveke germ ya hilbijartinê hebe jî sir û seqekema zivistanê tesîra xwe li bajer jî kiriye.

Bi baya cemidî ku li ruyê me dixe em ber bi kolana Gaziyê ve dimeşin.

Di ketina kolanê de ciwaneke ku dikana ektaran de dixebite û nexwest navê xwe eşkere bike got, “Di van hilbijartinan de tu hêviya min tune ye, hêviya min ji yek kesî heye ew jî di girtîgehê de ye. Ez dixwazim tenê ew bibe namzet lê ew jî nekare bibe. Ger ew nebe bila Leyla Zana bibe.”

Wî dîyar kir ku ger Demîrtaş bibe namzetê HDPê wê deme ewê serkeftineke mezin bi dest bixe.

“Divê Demîrtaş bibe”

Di kolanê de em li ber dikaneke şêraniyan difiroşe disekinin. Em ji ciwanê li wê derê dixebite dipirsin ka ew li ser hilbijartinan çi difikiree.

Berdanê 20 salî jî aliyeke ve ji me re salep tije dike, li aliyê din ve jî fikrên xwe yên li ser hilbijartinan tîne ziman.

Berdan dibêje, “Divê HDP bi wan partiyên din re rûnene. Ez kurd im û ez dixwazim Selehatîn Demîrtaş bibe namzet. Ez pir jê hezdikim. Ji xwe bê suc wî kirine hundir. Ji bo wî divê Demîrtaş be, ger ew nebe bila Gulten Kışanak be.”

HDP di hilbijartinên herêmê yên 2019’an de li Amedê sedî 62 deng girtibû û bibû partiya yekemin.

Li gor rapora Navenda Lekolîne ya Spectrum Housê ku li ser dengdarên Kurd kiriye jî sedî 75 kesên deng didin HDPê daxwaz dikin ku HDPe bi namzetê xwe tevlî hilbijartinan bibe.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Don't Miss

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê û tevgerên kurdan dûr bisekinin, kevneşopiyên

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di dersa ewil de bûn me hew