Berbijêra DEM Partîyê hat desteserkirin

Midûra Karên Nivîsan a JINNEWSê û berbijêra DEM Partîyê ya Sêrtê Safîye Alagaş hat desteserkirin.

Alagaş dema ji Sêrtê tê Amedê di rê da ji alîyê hêzên ewlehîyê ve tê desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hate diyarkirin ku Alagaşa bi hinceta dosyaya wê ya bi dîroka 2011an a li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatiye desteserkirin, ji bo ku îfadeya wê bê wergirtin birine Qereqola Sînanli ya navçeya Bismil a Amedê.  

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir