“Belkî îşev binive: Realîstîya rojnamegerîyê ye”

01/12/2023

Ahmed Kanî, di çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya bi navê Yazarin Günü (Rojên Nivîskaran) da gotara xwe pêşkêş kir.

Gotûbêj 29ê Mijdarê li Amedê, li Wêjegeh Amedê saet 18:00an da pêk hat. Gotûbêjê bi pêşkêşîya nivîskar û weşanger Lal Laleşî dest pê kir. Ahmet Kanî di mînaka kitêba Murad Bayramî ya bi navê Belkî îşev binive da li ser mijara Rojnamegerîya Edebî sekinî. Çendîn rojnamager, akademîsyen û nivîskar jî beşdarî bernameyê bûn.

Ahmed kanî di destpêka axaftina xwe da, bi perspektîfeka berfireh li ser têgeha Rojnamegerîya Edebî û kurtedîroka bikaranîna wê têgehê sekinî. Piştî destpêkeka giştî, Ahmed Kanî li ser Belkî îşev binive axivî.

Ahmed Kanî balê dikêşe ser bikaranîna ewil ya têgeha Rojnamegerîya Edebî. Kanî destnîşan dike ku cara ewil ew têgeh bi berhema nivîskar û rojnameger Daniel Defoe ya bi navê Rojnivîska Sala Kulê (weba) derketîye meydanê. Wî bal kêşa ser wê yekê ku rojnamegerîya Edebî, nîvê duyem yê sedsala 19an, Tom Wolfe bi navê Rojnamegerîya Nû bi nav kirîye. Ew lê zêde dike ku Rojnamegerîya Edebî di akademîyê da, salên 1980yan kemilî ye.

Berhema Belkî îşev binive sala 2018yan ji weşanên Avestayê çap bûye. Kitêb ji 25 çîrok û 25 wêneyan pêk tê ku her wêneyek neynika çîroka xwe ye. Berhem, yek ji nimûneyên Rojnamegerîya Edebî ya kurdî ye. Ev berhem şahidîya şerê bajaran yê 2015-2016yan e ku ji bo gelek xebat, nûçe û lêkolînan wekî çavkanîya sereke ya şerî hatîye bikaranîn.

Ahmed Kanî beyan dike ku Belkî îşev binive di asta navneteweyî da mînaka rojnamegerîya edebî ya kurdî ye. Kanî destnîşan dike ku Bayramî bi devoka herêma Cizîrê bi awayekî herikbar berhema xwe nivîsîye. Herweha Kanî dîyar dike ku kitêb ji alîyê honak û realîstîya rojnamegerîya edebî ve gelek xalên rojnamegerîya edebî tîne cih.

Kanî honaka berhema Bayramî dişibîne honakeka xurt ya romaneka edebî. Ew dema vê yekê tîne ziman, lehengên rasteqîn yên berhemê destnîşan dike ku wekî nimûne jî yek ji lehengên berhemê Tahir Elçî nîşan dide.

Kanî ji bo piştrastkirina honekeka xurt yek ji çîrokên berhemê ya bi navê Ji Bîr Neke destnîşan dike û çîrokê dibêje.

“Rojnameger çawa ku li xwe hesiya balafir li asîmanan bû. Hewl da hindiktir bitirse. Destê wî direcifî. Deftera xwe ji kîsikê kursiyê pêşiyê derêxist. Dest avêt qelema di berîka xwe de. Pêşiyê nivîsî: ‘Ji bîr neke! Te çi dîtin û çi nenivîsîn: War xerabûn, çîrokên êşê li şuna wan ava bûn, ne meşa me ne êşên me sekinîn: Hirçika dayikekê, pirteqalên bapîrekî, bavê qulên dîwaran dadigirt, êşên rojnamegeran…’

Ji kitêba Belkî îşev binive

Kanî ji bo giringî û naveroka bihêz ya berhemê wiha beyan dike ku Belkî îşev binive (124 rûpel) bi naveroka xwe bi qasî romaneka 500 rûpelî bitesîrtir e.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û