Belgefîlma ‘Wergerandina Ulysses’ê dê li Tirkîyeyê bê nîşandan

08/06/2023

Belgefîlma ‘Wergerandina Ulysses’ê a ku li ser serpêhatiyên wergêr Kawa Nemirî hatiye çêkirin li Tirkîyeyê tê nîşandan.

Fîlm 11ê Hezîranê dê cara yekem di çarçoveya DOKUMENTER 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê bê nîşandan.

Derhenerîya fîlmê jî Aylin Kuryelê û Firat Yucelî kirine.

Festîvala DOKUMENTER 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê dê heta 15ê Hezîranê berdewam bike.

Kawa Nemir kî ye ?

Şa’ir, wergêrr û nivîskar. Di 29ê Gulana sala 1974an da li Îdirê ji dayîk bûye.

Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê da du salan xwend.

Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a keltorî, hunerî û edebî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê. Di sala 2003yan da weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand.

Wî heta roja îro berhemên gelek şa’ir, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyata û şanoya ingilîzî, emerîkî, ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Derket holê ku tîmsehên mê dikarin bi tena serê xwe ducanî bibin

Weşana paşê

Amerîka: Em piştgirîya avakirina dewleteke Kurdî ya li Sûrîyeyê nakin