Di 6ê Sibatê da bi hezaran avahî hilweşîyan. Piştî erdhêjê bi sedan lêpirsin di derbarê wan kesên gumanbar da hatin vekirin.
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdagî ragihand ku hejmara wan kesên gumanbar yên hatine girtin bûye 325an.
jibermayîyên avahîyan tu delîl tune ye. Piştî ku delîl hatin berhev kirin me dest pê lêpirsinan kirin.
Heya niha di derbarê hezar û 552 kesan da proseya edlî hatiye destpêkirin. Di nav wan kesên gumanbar da 325 kes hatine girtin û 566 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Di derbarê 98 kesan da jî biryara desteserkirinê heye û pêvajoya qanûnî berdewam dike.
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag
Bekîr Bozdagî diyar kir ku 4 kes reviyane derveyî welat û Wezareta Edaletê daxwaza radestkirina wan kesan kiriye.
Wî got ku ji ber erdhêjê 74 kesên gumanbar jî mirine.
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11