Tebaxa 2015an, şerê westîyayî disincireve di tenûra welatê berûyan da. Germa hejîran cihê xwe dihêle ji germa şerî ra û tav ji kîsê şerî dixwe. Çiqas diçe mehkûm zêde dibin, hefteyê an jî ji deh rojan carekê ekîbek dibe mêvan, piştî demekê exleb dibin mazûvan. Mehkûmên di zindanê da hêdî hêdî hazirîya xwe ya sirgûnê dikin: Notên li ser kaxizan jê dibin, dişewtînin; kelûpelên xwe bi hev didin, kitêbên xwe terxan dikin. Divê hazir bin ji bo qiset û bîranînên nû, êş û elemên kevnesal, xirecira zemanê ku bêhna xwe vedide li nav van dîwaran. Lê dîsa jî rûtîn û dîsîplîna qayîm berdewam e. Saet heftê sibehê divê her kes hişyar bibe; ne wextê kolanê ye, ne wextê cohtî ye, ne wextê dibistanê ye jî… Wextê taştê û perwerdeya li ser xwendin û rexneya pêvajoyê ye.
Di vê zindanê da ‘emrê kesî ji kesî ra nedibû meraq. Lê Sofî teqrîben 45 salî bû. Kesî jî pirs û meraqa navê wî yê fermî nedikir, dema kiçik bû û pez diçêrand jî Sofî bû, dema bi kinoşikê di destê xwe da qirş û qirêjîya bajêr paqij dikir jî Sofî bû. Kesî pirs û meraqa mehkûmbûna wî jî nedikir, bes her kesî dizanibû bavê “Xorto” bû ku serî rakiribû hemberî darbirên darberûyan. Bavîtî, dadêtî, pismamtî sûcên berbelav in li welatê talan û hawarê yê berûyan.
Roja min a çaran bû ku mêvanê vê zindanê bûm. Şer gur dibû, şerê min û çend dostan jî geş û berdewam bû: Hevoksazîya adetî yan hevoksazîya ferhengî? Min de’wa ya adetî dikir, gelek caran asê dimam û Sofî dihat hawara min. Ji xeynî çend peyvên berbelav bi ti awayî zimanê serdestan nedizanî. Min ê jê bipirsîya “Sofî em ji vê rewşê ra çi dibêjin, filan bêvan…” Ji bo fikr û nêrînên min, lefz û gotinên Sofî bûbûn palpişteka qayîm. Ev meraqa min bû sedem ku hevaltîya min û wî xurttir bibe.
Berêvareka bêhntengîyê bû, Sofî di destî da rojname, hat ba min û got: “Madem tu mamoste yî, divê tu xwendin û nivîsînê hînî min bikî, dost û hevalên li ha tev dizanin, ma ez kurê jinbavê me jê bêpar bimînin!?” Ehlen Sofî! Jê medenîtir çi heye? Deftera xwe amade kir û me dest pê kir. Her şev dê hînî du an jî sê dengan bûbûya. Dengê ewil “a” bû. “a”, “a”, “a”, “a(xxx)!” Tiştek hat bîrê, “x” zêde bû, na, ewî bi xwe pê va kir, axxx, hawara dawî ya Xorto bû. Zeman disekine, darberû bi bivirên “çomar”an birîndar dibin, dibin gurz û qol ji bo diz û heramîyên kedî.
Êdî wext bû ku ev deng bihatana cem hev û reng û wate li wan bihatan. Divê Sofî ji vê sêhra pênc hezar salî bêpar nemaba. Lê kêşeyek li dar bû: Her ku min û Sofî dersa xwendin û nivîsînê dikir, heval û dostan me’dê xwe li min tirş dikirin. Ma, min çi kiribû? Ji kesayetî, ji qelema xwe û ji de’w û doza xwe ketim şikê. Gelo, nedixwestin ez di nav wan da bim, ma ez bi kêrî serîyekî pîvaz jî nedihatim?
Şeva dîtir, berî mesaîya min û Sofî, Salih hat ba min û got:
“Pismam tê çi kî?”
“Ez ê oqûme-yazmê nîşa Sofî kim.”
“Hey bovû, hewe safî kir mala minê…”
“Nexwe çi?”
“Xwendinê nîşa Sofî neke?”
“Çi ra?”
“Ew xwendinê hîn bibe dê helaka me bibe!”
“Bo çi?”
“54 sal ciza dane Sofî, lê me jê ra gotîye 15 sal ciza dane te.”
“…”
Wê şevê Sofî hat: “Mamoste, ders?” “Sofî, diranên min têşin…” Şeva dîtir: “Sofî, serê min têşe”, “Sofî, divê ez kitêba xwe bibim serî”, “Sofî, mêlakên min dihincinin…”
Piştî du hefteyan xebera tehlîya min hat. Min xatir ji her kesî xwest. Sofî hêvî li min bexş dikir. Salih hat ber guhê min û bi nîvhenekî got:
“Here bêje heval û hogiran, divê di nava panzdeh salan da ev şoreş pêk bê!”
Bêjim kê?
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.