Behiye Kamer, diya rojnameger Hatice Kamerê wefat kiriye

27/08/2024

Behiye Kamer, diya rojnameger Hatice Kamerê şeva 27ê Tebaxê (şeva dî) wefat kiriye.

Behiye Kamer di 85 saliya xwe de piştî mehekê li nexweşxaneyê li beşa nexweşên giran mayî wefat kiriye.

Kamerê li medyaya civakî li ser xatirxwestina dayika xwe ev nivîsîye:

Gula dilê min, hebûn û nefesa min, kezzeba min, dayika min a xweşik û şîrîn, îşev konê xwe bar kir û ji nava me koç kir…Ez qurbana kezeba te ya birîndar bim dayo can…

Diya wê li Goristana Yenişehîrê ya Diyarbekirê hatiye veşartin. Cihê şînê Mala Şîê ya Çermokîyan e (Fırat Mahallesi Çermikliler Yas Evi).

Hatice Kamer ji destpêkê ve ji sala 2020ê ve li Botan Internationalê dersên rojnamegerîya Kurdî dide. Hemî xebatkarên Botan Internationalê şirîkên xema malbatê ne. Serê me sax be.


Fotraf: Murat Bayram/Botan Times


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha