Modeya kurdan: Zerafet, xwe nîşandan û pirrengî

Modeya kurdan: Zerafet, xwe nîşandan û pirrengî
Modeya kurdan: Zerafet, xwe nîşandan û pirrengî
Murat Bayram
  • 14 Ekim 2016 19:07

Edîtora kovara modeyê Leyla Arisoyê diyar kir ku bala kurdan li ser modeyê heye û xwendekarên kovara Kubarê jê hez kirine

“Ji me hez dikin”

“Xwendevanên me bi rastî ji me hez dikin. Gava me Kubar derxist li gorî berteka wan me wisa hîs dikir qey li benda kovareke wisa bûne. Gelek tiştên baş û xweş gotin.

Rexneya wan jî heye li ser Kubarê lê zêdetir piştgiriya me dikin. Ji bo bipêşketina me hin tiştan pêşniyar dikin. Erê gelek tiştên me kêm in mixabin lê em jî çi qasî ji destê me tê hewl didin li ser dilê wan bikin.”

Kurd, di modeya modern de hej kincên pir-reng dikin

“Her netewe xwedî kincên netewî ne. Em Kurd jî ji wan neteweyan yek in û ew kincên wan xwedî hîn taybetmendiyan in. Xusûsîyeta modeya Kurdan jî zerafet, xwe nîşandan û pirrengînî ye.

Gava em li kincên Kurdî dinêrin dibînin ku rengîn û cûrbicûr in. Ji qumaşên wan bigirin heta neqşa wan dem bi dem diguherin lê gava em bala xwe didin kincên Kurdî yên mêran dibînin ku modela wan naguheriye berê çawa bûne aniha jî wisa ne, wekî yên jin guhertin tune ye.

Ji xeynî kincên netewî bêguman em dikarin bibêjin Kurd jî wekî gelek neteweyên cîhanê hînî kincên nû û nûjen bûne.

Heke em bi awayekî din bibêjin ew kinc jî ketine jiyana me Kurdan.”

“Defîleyeka modevanên kurd”

“Ji bo modeya Kurdî xeyala min di her çar perçeya Kurdistanê de modavanên me bi hev re defîleyekê mezin çêbikin.

Em dixwazin karên modeya di nava me Kurdan de jî cih bigire û ciwanên me jî di warê modeyê de kar û xebatên xweş û mezin bikin.

Mode warekî gelekî mezin e hemî cîhan tê de ne lê em Kurd hê nû xwe avêtine nav. Erê em dikarin bibêjin hin modevanên me hene lê mixabin hejmara wan gelekî kêm e an jî em gelê Kurd modevanên xwe nas nakin.

Daxwaz û xeyala me ev e bila Kurd jî wekî neteweyên din li ser modeyê karên mezin bikin.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram

[email protected]