Baroya Wanê, piştî dîtina termê Rojîn Kabaîşê, daxuyanîyek da.
Baroya Wanê dîyar kirîye ku di alîyê ewlehîyê da qelsîyên cidî hebûne.
Kabaîş xwendekara beşa Mamostetîya Zarokan a Zanîngeha Yüzüncü Yil a Wanê bû û ji 27ê Îlonê vir ve jê tu agahî nehatibû standin.
Rojin Kabaîş, xwendekara 21 salî ya beşa pêşveçûna zarokan a pola yekem, ji bo xwendina xwe ji Amedê çûbû Wanê. Ew li warê keçan a Seyyid Fehim Arvasi ya di nav kampûsa zanîngehê de bicih bûbû. Êvara 27ê Îlonê, Kabaîş çûbû qeraxa golê û pişt re jê tu deng derneketibû.
Piştî lêgerîneka 18 rojan, termê Rojin Kabaîşê li peravên gundê Molla Kasim ê li rexa Gola Wanê hatîye dîtin. Berîya vê, di 10ê Çirîya pêşînê de, kefîya serê Kabaîşê li peravên Gola Wanê hatibû dîtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê daxuyanîya Baroyê wiha ye:
“Peywirdarên yurdê dereng dan malbatê. Ev ji binpêkirinan tenê yeke. Dozgerîyê ketin û têketinên zanîngehê bi bandor nexist bi kontrolê. Di alî ewlehîyê de qelsîyên cidî hebûn. Me ji dozgerîyê re got ev wê bibe wek dosya Gulîstan Doku. Lê wek her tim dozgerîyê em ji derveyê dosyayê hiştin û bersivên wekê em tiştên pêwist dikin. Her wiha me sazîyên civak sivîl, baroya Wanê û navenda jinê xwest pêvajoya tipa edlî bişopînin. Mercîya dozgerîyê nehişt em tevli pêvajoya ATK’ê bibin.”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.