Baroya Amedê : Nahît Eren bi kuştinê tê tehdîdkirin

Baroya Amedê : Nahît Eren bi kuştinê tê tehdîdkirin
Baroya Amedê : Nahît Eren bi kuştinê tê tehdîdkirin
Beril Caymaz
  • 1 Şubat 2023 10:47

Foto : Twîtter, @av_nahiteren

Baroya Amedê îro (Çarşem) nivîsek parve kir. Di vê nivîsî de tê gotin ku nayê qebûlkirin Serokê Baroye Amedê Parêzer Nahît Eren li ser medyaya civakî bi kuştinê bê tehdidkirin. 

Tehdid ji hesabên nenas têne kirin. Di wêneyên hatîn parvekirin de zarokên serokê me û hemû malbat û xizmên wî hene. Giraniya meselê têra xwe zelal e

Em naxwazin êşên nû û trajediyên nû bibînin. Em bang li kesên têkildar dikin ku hêj dereng nebûyî erka xwe pêk bînin.

Baroya Amedê

Di nivîse de tê gotin ku careke din ew naxwazin weqayek nû ya Alî Gunday û êşêk nû ya Tahîr Elçî bibînin. 

Çî hatibû serê Alî Gunday û Tahîr Elçî ?

Parêzer Tahîr Elçî di sala 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çar Ling hatibû kuştin.

Elçî wê demê Serokê Baroya Amedê bû.P iştî daxuyanîyekê li ber wê minareyê hatibû kuştin.

Wî di bernameya Herêma Bêalî (Tarafsız Bölge) ya Televîzyona CNN Turkê de gotibû ku:

PKK ne rêxistineke terorî ye. Heger hin kirinên wê terorîst bin jî PKK tevgereke siyasî ya çekdar e. Daxwazên siyasî yên wê hene ku pîştgiriyeke pir cidî heye.

Tahîr Elçî

Tahîr Elçî bi îdiaya ku propagandaya rexistine Terorê kiriye hatibû binçavkirin. Paşê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Serokê Baroyê Gumuşhaneyê Alî Gunday di sala 1995an de li buroya xwe hatibû kuştin. 

Du parêzerên jin hingê xwestibûn bi şêweyê sergirtî biçin dadgehê. Li gor qanûnên hingê ev nehiqûqî bû. Gunayî endambûna wan jinan betal kiribû. Rojnameya Akîtê Gunay wek hedef nîşan dabû. Yek ji xwendevanên wê rojnameyê serokê baroyê kuştibû.