Baroya Amedê giliyê Umît Ozdagî kiriye

Baroya Amedê ji ber gotinên wî yê nefretê yên li dijî kurdan di derbarê Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Ûmît Ozdagî da li Serdozgerîya Komarî a Amedê giliyê kiriye. Ozdag ji bo berbijêrên HDPyê û Partiya Çep a Keskê gotinên weke “Kujer” û “yên ji çiyê daketîn” bikaranîbû û wan tewangbar kiribû. Baroya Amedê jî ji […]

Baroya Amedê giliyê Umît Ozdagî kiriye
Baroya Amedê giliyê Umît Ozdagî kiriye
Botan Times
  • 16 Nisan 2023 09:03

Baroya Amedê ji ber gotinên wî yê nefretê yên li dijî kurdan di derbarê Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Ûmît Ozdagî da li Serdozgerîya Komarî a Amedê giliyê kiriye.

Ozdag ji bo berbijêrên HDPyê û Partiya Çep a Keskê gotinên weke “Kujer” û “yên ji çiyê daketîn” bikaranîbû û wan tewangbar kiribû.

Baroya Amedê jî ji bo Ozdag were cezakirin û derbarê wî da lêpirsîn were destpêkirin gilî kiriye.

Çi bûbû?

Umit Ozdag di14ê Nîsanê da li navçeya Kartal a Stenbolê dema di ber standa hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ra derbas dibû gotibû “Binêrin kî li virin, yên ku ji çiya daketîn bajêr li virin.”

Di heman demê de 11ê Nîsanê da Ozdag li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû: “Min serdana standa HDP-Partiya Çep a Kesk kir, kesek tunebû, dibe ku çûbin çiyê.”

Herwiha Umut Ozdag di dema xebatên hilbijartinê yên partiya xwe de dema bi keçe Kurd re hatibû rûbirûyî hev jêre gotibû “Tû naşibî kujeran”.