Baroya Amedê giliyê rêvebirekî AKPyê kiriye

Baroya Amedê giliyê rêvebirekî AKPyê kiriye
Baroya Amedê giliyê rêvebirekî AKPyê kiriye
Botan Times
  • 24 Mayıs 2023 11:01

Alîkarê Serokê rêxistina navçeya Buyukçekmeceyê yê Stenbolê Fatîh Zehîr li ser hesabê xwe yê Twîtterê fotografekî Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû belav kiriye.

Di vê fotografê da Tanrikûlû li ber tabutekî sekinîye û Zehîrî jî peyama xwe da gotîye “Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû li cenazeyê berate yê PKKyiyî ye”

Fotografê Tanrikûlûyî weşandiye ku di dema merasîma binaxkirina Tahîr Elçiyî de hatiye girtin.

Baroya Amedê jî li ser vê yekê gilîyê Fatîh Zehîrî kiriye.

Baroyê di gilînameya xwe de gotiye ku “Zehîrî, Baroyê destnîşan kiriye ku bi vê peyamê Zehîrî li gorî Xala 130î a Qanûna Cezayan a Tirkan “heqaret li bîranîna şexsî” kiriye û divê bê cezakirin.”

Piştî bertekan, Zehîrî tweeta xwe jê biribû.