Lijneya Giştî ya Bankaya Navendî, bi serokatîya Hafize Gaye Erkanê civiya û rêjeya faîzê carekê din zêde kirin.
Lijneya Polîtîkaya Pere rêjeya faîza polîtikayê ji sedî 15î bo sedî 17,50an bilind kiriye.
Wek ku aborînasan jî texmîn dikir rêjeya faîzê hat bilindkirin. Tevî ku rêjeya faîzê hat bilindkirin nirxê lîre li hember pereyên biyanî neguherî.
Bankaya Navendî ya Tirkiyê herî dawî 22ê Hezîrana 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 8,5an zêdeyî ji sedî 15an hat kirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, wek polîtîkaya aboriyê li dijî bilindkirina faîzê ye. Lê piştî ku Mehmet Şimşek bû Wezîrê Xezîne û Darayî razî bû ku rêjeya faîzê bê bilindkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.