Banga Azadîyê: Rewşan Çelîker

Banga Azadîyê: Rewşan Çelîker
Banga Azadîyê: Rewşan Çelîker
Botan Times

Ji sernaserê cîhanê hûnermendên navdar dê ji bo bangewazîya azadîyê bicivin. Hûnermenda Kurd Rewşan Çelîker yek jî wan kesan e.

Di 14ê Adarê de li Acivii Arene ya Stokholmê dê hûnermendên navnetewî di festîvala eldfestenê de konserekî li dar bixin. Ev konser ji ber rewşa Îranê wekî ‘banga azadîyê’ dê bê lidarxistin.

Rewşan Çelîker ji ser hesabên xwe yên sosyal medyayê ji bo festîvalê vîdeoyek weşand.

Ev festîval dê bibe çalakîya herî mezin a serenserî cîhanê ku derbarê vê mijarê de hatiye kirin.

Rewşan Çelîker
Wêne: SS ji malpera riksteatern.se

Festîvala Eldfestenê bisalan e berîya Newrozê li Stokholmê tê pîrozkirin. Îsal jî ev festîval dê ji bo bûyerên dawî yên li Îranê qewimîn, bê sazkirin.