Îro danê sibê li Bexdaya paytexta Iraqê bi sedan xwenîşandar li dijî çalakiya şewitandina Quranê ya ku dihat payîn îro li Stockholmê were lidarxistin, Balyozxaneya Swêdê şewitandin.
Hat ragihandin ku xebatkarên balyozxaneyê sax in.
Tê gotin ku xwenîşandana li ber balyozxaneyê ji aliyê alîgirên Tevgera Sadr ve pêk hatiye û wekî berteka li dijî çalakiyê hatiye kirin.
Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina Balyozxaneya Swêdê bi tundî şermezar kir û dibêje; “Ew êrîşeke li dijî nûnerên dîplomatîk e û metirsîyek li ser ewlehiya wan e.”
Li gorî medyaya Swêdê, çalakîya şewitandina Quranê ku dihat payîn îro li Stockholmê pêk bê ji aliyê penaberekî Iraqî Salvan Momikayî ve hatiye organîzekirin.
Salvan 28ê Hezîranê, di Cejna Qurbanê da jî li ber mizgefta herî mezin a Stockholmê çend rûpelên Quranê şewitandibû.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.