Balyozê Almanyayê serdana Botan Internationalê kir

23/11/2021

Balyozê Almanyayê yê Enqereyê, Jürgen Schulz û heyeta Balyozxaneyê serdana Botan Internationalê kirin. Mijara hevdîtinê rewşa medyaya kurdî û perwerdeya rojnamegerîya kurdî bû.

Balyozî, heyet û komek rojnamegerên kurd ku bi kurdî rojnamegerîyê dikin li ser van mijaran şîrove û agahîyên xwe bi hev re parve kirin. Balyozî tiştên di derbara rojnamegerîya kurdî û rewşa kurdî de meraq dikirin ji rojnamegeran pirsîn û li ser van mijaran gotûbêj hate kirin. Rewş, pirsgirêk, çareserî û hêvîyên di derbarê medya û rojnamegerîyê de sereke mjarên gotûbêjê bûn.

Ku sereke sedema serdana Balyozî û Balyozxaneyê ji nêz ve nasîna Botan Internationalê bû, Balyozî ji bo bizanibe Botan kî ye û çi karan bi rê ve dibe bi Rêvebirê Botan Internationalê Mirad Bayram û xebatkarên wê re li ser kar û xebatên Botanê axivîn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Dengê mexdûrên rejîma Îranê, Nergîs Mihemedî dîsa ketiye girtîgehê

Weşana paşê

Dolar her roj bilindtir dibe, dolar dîsa reqora xwe şikand