Yek ji civînên siyasî yên herî giring ên vê salê, civîna bilind ya G20yê, dê li Hîndistanê 9 û 10ê îlonê were li darxistin.
Recep Tayip Erdoğan, Federal Sansolye Olaf Scholz, Serokê Amerîkayê Joe Biden û gelek serokên din dê beşdarî vê civînê bibin.
Armanca vê civînê ew e ku serok dê di gelek mîjarên giring ên cîhanî da danûstandina fikrî bikin.
Yek ji mijarên herî giring jî îqlîm e ku li seranserê cîhanê xwedan tesîreka mezin e.
Li gor nivîsa ekonimim.ê ku Balyozê Almanyayê Jürgen Schulz ji bo EKONOMIyê nivîsîye wisa hatiye destnîşankirin:
Taybetî ji ber ku em jî beşek ji G20yê ne, berpirsîyarîyeka me ya taybet heye. Pareka mezin ya qirêjîya hawirdor û îqlîmê aîdê welatên ku endamê G20yê ne. Ew mesulê teqrîben 80% yê gaza serayê ya cîhanê ne. Herwiha xwedîyê ekonomîyeka mezin in û ji ber vê yekê ew dikarin guherînên mezin pêk bînin. Di civîna bilind da divê em peyamekê zelal û safî bidin.
Jürgen Schulz
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.