Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Balafirên Tirkîyeyê deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

11/07/2024
Wêne | Rûdaw

Balafirên şer yên dewleta Tirkîyeyê, deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Tirkîyeyê devera Biradostê ya Hewlêrê bombebaran kirin. Balefirên Tirkîyê şeva derbasbûyî navçeyên Singan, Gerwezîn, Çîyayê Bolê yên li devera Biradostê bombebaran kirin. Qaymiqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê ragihand ku balefirên Tirkîyeyê zozanên navçeyê bombebaran kirine.

Ev demekî dirêj e dewleta Tirkîyeyê li nav axa Herêma Kurdistanê-Iraqê bi hinceta PKKyê êrişan dike.

Di encama van êrişan da zîyaneka xwezayî û malî jî gihîştîye xelkê Herêma Kurdistanê û xelk neçar maye gundên xwe terk kirine.

Di heman demê da duhî bi şev sewkîyat hatîye kirin û wesayîtên zirxî û panzer ji derîyê Serzerê yê Çelê ra derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Wêne: Rûdaw

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan