Balafirên Îsraîlê 12 caran li Beyrûdê dane

12/11/2024
Arşîv, unsplash, wêneyên bêtelîf

Li başûrê Beyrûdê, balafirên şerî yên Îsraîlê 12 êrîş pêk anîne. Li gorî çavkanîyan, di êrîşên 12ê Çirîya paşiyê ya sala 2024ê de li Libnanê 22 û li Îsraîlê 2 kes mirine.

Êrîşên li ser Beyrûdê

Balafirên Îsraîlê di danê sibehê de avahîyên taxa Dahiyeyê armanc kirine. Di êrîşan de avahîyeka 10 qatî hilweşîyaye û ji taxa ku di bin kontrola Hizbulahê de ye, dûman bilind bûye. Piranîya xelkê berê xwe ji vê derê vegerandine.

Bersiva Hizbulahê

Hizbulahê bi droneyê li bajarê Nahariyayê êrîş pêk anîye û di encamê de 2 kes mirine. Li taxa Hayfayê jî droneyek ketiye baxçeyê zarokxaneyeka biçûk. Zarok di stargehê de bûne û tu kes birîndar nebûye.

Zirarên li gundan

Êrîşên Îsraîlê li herêmên cida yên Libnanê zirar dane. Li gundê Baalchmayê 8, li gundê Jounê 6, li gundê Tefahtayê 5, li Nabatiyeyê 2 û li Hermelê yek kes miriye. Ev êrîş di nav saleka şerî de yên herî giran in.

Daxuyanîya Îsraîlê

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz gotiye ku eger Hizbulah çekên xwe hilnede û ji başûrê çemê Lîtanî venegere, dê şer berdewam bike. Hikûmeta Libnanê jî bangî çareserîya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 2006ê dike.

Bandora şerî

Di saleka şerî de li Libnanê 3 hezar û 287 kes mirine. Li Îsraîlê jî hejmara mirîyan gihîştiye 100 kesan. Ji ber êrîşan li Libnanê zêdetirî milyonek kes koçber bûne û li bakurê Îsraîlê jî bi hezaran kes ji malên xwe dûr ketine.

Çavkanî:

  • Botan Times
  • Reuters
  • Al Jazeera

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Sûriyê dem û dewraneka nû dest pê kiriye – Reuters

Çekdaran paytext girtiye û Esed reviyaye Rûsyayê. Li Şamê jîyanê dest bi

Îsraîlê êrîşî pergalên çekên stratejîk ên Sûriyê kiriye

Îsraîlê ragihand ku wê êrîşî pergalên çekên stratejîk ên li Sûriyê kiriye

Putin bi xwe ji bo penaberîya Esedî biryar îmze kiriye

Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov îro ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi