Parlamenterê DEM Partîyê yê Rihayê Omer Ocalan dabû zanin ku ew 23yê Cotmehê çûye seredana Abdullah Öcalan.
Ev çar sal hevdîtin ligel rêberê PKKyê Abdullah Öcalan nehatibûn kirin.
Omer Ocalan li ser hesaba xwe Xê derbarê hevdîtinê da wiha gotibû:
“Herî dawî 3ê Adara 2020an hevdîtina rûbirû ligel Öcalan hatibû kirin. Wekî malbat, piştî çend salan, 23yê Cotmeha 2024an me hevdîtinek ligel birêz Öcalan kir. Em wekî malbata wî dixwazin, şert û merc çi bin jî, wekî mafekî fermî û rewa hevdîtin berdewam bin.
Piştî vê seredanê ji alîyê gelek kesan ve, ev seredan hate nirxandin. Hem ji alîyê sîyasetmedarên tirk ve hem jî ji alîyê sîyasetmedarên kurd ve.
Rojnameger Altan Sancar piştî hevdîtinê dîyar kir ku ji bo “pêvajoya çareserîyê” 2 şertên Abdullah Ocalan hene ku ew jî “welatekî garantor” û “temînata qanûnî” ye.
Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tuncer Bakırhan gotîye, angaştên ku dibêjin Ocalan xwestîye welatek bibe garantor derew in.
Li gorî nûçeya Rûdawê Bakırhan wiha gotîye:
“Em bi awayekî matmayî li daxuyanîyên wekî welatekî pêbawer dimeyîzînin.
Tiştekî wiha ji me re nehatîye gotin.
Me nebihîstîye ku tiştekî wilo hatîye gotin û xwestin.
Parlamenterê me (Omer Ocalan) qet behsa van tiştan nekirîye ji me re.
Negotîye ku tiştekî wiha jê re hatîye gotin.”
Ji bo zêdetir agahîyên derbarê vê çendê da bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.