Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî.
Tiştên ku di maça Bursaspor-Amedsporê de qewimîn jî di rojeva Bahçelî de bû.
Bahçelî ku li cihê Amedsporê îfadeya ‘Diyarbakirspor’ bi kar anî û got,
Ji ber helwesta wan ya netewî ez alîgirên Bursasporê pîroz dikim.
Ji bo me cihekî wekî Amedê nîne û behsa Amedsporê jî nayê kirin.
Ez ji vir silavan li alîgirên Bursasporê dikim.
Çi bûbû?
5ê Adarê li Bûrsayê, di navbera Bursaspor û Amedsporê de maçeke futbolê hatibû lîstin.
Rojeke beriya maçê, alîgirên tîma Bursasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn.
Di maça hat lîstinde jî alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî lîstîkvanên Amedsporê kiribûn.
Her wiha ji aliyê alîgirên Bursasporê ve wêneyên torosên spî û endamê JITEMê Mahmut Yıldırım hatibûn vekirin.
Tişta ku li Amedsporê hat kirin, ji aliyê gelek kesan ve wekî êrîşek nijaperestî hatibû binavkirin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.