Bahçelî: Dîvê HDP bi lez û bez bê girtin

24/01/2023

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperast (MHP) Devlet Bahçelî got,”Divê HDP bi lez û bez bê girtin.”

Bahçelî ji ser bo doza girtîna Partîya Demokratik ya Gelan (HDP) Dadgeha Destûra Bingehîn hedef girt.

“Ger Dadgeha Bilind dosyaya girtina HDPe heta piştî hilbijartinê bihêle ew yek li dijî prensîbên edaletê ye. Divê HDP bêyî ku dem bê wendakirin bê girtin.”

Devlet Bahçelî

Gelo wê Dadgeha Destûra Bingehîn xwîna şehîdên me yên rijyayî heta piştî hilbijartinê bihêlin? Divê mîfte li deriyê wê bê daliqandin.

Devlet Bahçelî

Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn bî daxwaza girtina HDPê seri li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê dabû.

Şahîn di serlêdana xwe ya bo girtina HDPê de îdia kiribû ku ew partî alîkarîya xezîneyê ne jibo falîyetên sîyasî, lê bo armancên rêxistina terorî bi kar tîne.

HDP ji dadgehê daxwaz kiribû ku mijara girtînê bihêlin pîştî hilbijartinan.

Li bendeyê sibê Dadgeha Destura Bingehîn serlêdana HDPê nîqaş bike

HDPê do bi serlêdaneke nivîskî ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re dîyar kiribû ku îsal sala hilbijartinê ye û ji dadgehê xwestibû mijara girtinê biryara blokekirina hesaban bihêle pîştî hilbijrtinan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Dibe ku dendikê navîn berê xwe guhertibe

Weşana paşê

I have faith in women and also they are to me

Te hay ji vê heye?

Bahçeli: Bila Ocalan bê li TBMMyê biaxive

Ev çend roj in nîqaş û

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê