Baca xebitandinê ya taybet (OTV) ku di firotina sotemeniyê da tê stendin, hat zêdekirin.
Zêdekirina baca sotemeniyê a bi biryara serokkomar di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket merîyetê.
Piştê biryarê li Tirkîyeyê baca lîtreyeke benzînê derket 7.52 lîreyan û ya motorînê jî derket 7.05 lîreyên Tirkan.
Niha nirxê lîtreyek benzînê bi 35.90 lîreyan, lîtreyek motorîn bi 33.18 lîre û gaza otomobîlan jî bi 15.91 Lîreyên Tirkan tê firotin.
Beriya biryarê ji her lîtreyek benzîn 2.52 lîre û ji her lîtreyek motorînê jî 2.05 lîre bac dihat wergirtin.
Biryara ku îro ket merîyetê di nava xelkê da jî deng veda. Li ser Twîtterê Taga’kontag bigre’ “KontakKapat” hat vekirin û di listeya Twîtterê da ket rêza yekemîn.
Heta niha derbarê biryarê da nêzîkî 44 hezar Tweet hatine belavkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.