Babacan: Înternet wê bo ciwanan belaş be

21/12/2022

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan dîyar kir ku ewê ji bo ciwanan înternetê belaş bikin.

Babacan ji Twitterê got ku ciwan wê heta 25 salî bikaribin înternetê belaş bikarbînin û bal kişand ser kultura wan ku li gor wê ciwan hesêb nadin.

Li Tirkîyê, tarîfeya herî erzan ya înternetê bo telefonan ji 75 lîreyî destpê dike, bo xetên li malê jî fîyet 180-200 lîre ye.

Ciwanên ku emrê wan di navbera 22-25 salî de diguhere, ku wekî nifşê Z têne, binavkirin wê di hilbijartinen 2023yan de dengên xwe bidin.

Îqtidar û partîyên muxalefeta Tirkîyê, bi plan û xebatên bo ciwanên dixwazin dengên wan bistînin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fentanîl bi deh hezaran Amerîkî dikuje

Weşana paşê

Erdogan dê meaşê kêmane yê bo sala 2023yan ragihîne

Te hay ji vê heye?