Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Adiyemanê ser kêşeya Kurdan axifî.
Babacan da zanîn ku kêşeya Kurdan heye û bo çareserîyê gerek dewlet ser maf û azadîyên bingehîn helwesteke sipîsaxlem raber bike.
‘’Bo çareserîya kêşeya Kurdan divê dewlet mafên mirovan qebûl bike, bo çareserîyê divê welatîyên dewletê bi wekhevîyê bijîn.’’ Babacan got.
Wî dîyar kir ku hemî welatî divê têretêr bi wan mafan bijîn ku dema ji dîya xwe dibin bi dest dixin.
Partîya DEVA di sala 2020an de ava bû û di spektruma sîyasî de li rastê ye.
Berî DEVA ava bibe, Babacan yê ekonomîst ji 2002yan heta 2015an 13 salan wek wezîrî derve û yê aborîyê kar kir.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.