Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Babacan destekê dide Demîrtaş û sîstema qeyuman rexne dike

15/12/2022

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan got ku ew rovanşa bı qeyuman re red dike.

Babacan li mîtînga Saraçxane ya Stenbolê dîyar ku li şaredarê bajêr Ekrem Îmamoglu neheqî tê kirin.

Wî da zanîn ku Seroka Stenbolê ya Partîya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu û Serokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi binpêkirina hiqûqê re rûbirû mane.

Bi berdewamî, Babacan got ku bi wezîfedarkirina qeyuman rovanş tê sitandin û dîyar kir ku ew dijî vê rewşê ye.

Piştî dadgeheke Stenbolê cezayê zindanê li Îmamoglu birî qeyum careke din ketin rojeva Tirkîyê. Qeyum herî zêde li bajar û bajarokên Kurdan hatine wezîfedarkirin.

HDP, ku wek partîyeke pro-Kurd tê naskirin, dide zanîn ku bi hilbijartinên herêmî yên 2019an 65 şaredarî ketine destê wê,  lê hikûmetê bi qeyuman dest danîye ser 48 şaredarîyan. Di halê hazir de di destê HDPê de bi tenê 6 şaredarî mane. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan