Azad Bedran û Helîm Omerî hatine desteserkirin – Rûdaw

07/10/2024

Îro danê sibehê li Amedê, hunermend Azad Bedran û Helîm Omerî (Arslan) ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatine desteserkirin.

Helîm Omerî li mala xwe hatiye desteserkirin, Azad Bedran li balafirgehê hatiye desteser kirin. Her du hunermed ji bo Rêveberîya Ewlehîyê ya bajêr hatine birin.

Heta niho sedema desteserkirina van herdu hunermendan nehatiye dîyar kirin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li ser vê bûyerê daxuyanîyek daye û gotiye ku ev êrîşek e li dijî performans û zindîbûna muzîk û hunera Kurdî ye. NÇMê di daxuyanîya xwe de holê gotiye: “Muzîk û hunera Kurdî nayê bêdengkirin!”


Çavkanî: Rûdaw, “Azad Bedran û Helîm Omerî hatin desteserkirin”, 7ê Cotmeha 2024an, https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/071020241


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bûyerên girîng ên saleka şerê li Rojhilata Navîn – The New York Times

Weşana paşê

Altan Tan: Axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawîyê tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne – Amîdahaber