Me bingehek ava kir lê ne bi bipozbilindî; pirsên me dê her ev bin: “Em dikarin bo we çi bikin?” û “Em dikarin bi hev ra çi bikin?”
Di çend salên dawî da, di hela xebatên sivîl da em dibînin ku hejmara sazîyan zêde dibin. Ev tiştekî baş e. Berê ev hejmar kêm bûn û hêla xebatê jî teng bûn. Lê îro pirsazî û pirxebatî heye, ev tiştekî baş e û helbet wê dewlemendîyekê bi xwe ra bîne. Kurd ji hêla xebatên li qadê ve rastî gelek astengîyan hatin û hê jî tên. Lê problem tenê ne ev e.
***
Di nav kurdên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê da her ku diçe qada sivîl a saziyên civakî zêdetir û berbiçavtir dibin. Di dawiya sala 2023an da li Stenbolê komeke rewşenbîrên kurd bi îddiaya vîzyoneke nû di qada sazîbûnê da hatin ligel hev û weqfeke nû ava kirin.
Weqfa Zanist, Çand û Hunerê ya BANê ku ji hêla Ruşen Arslan, Mükrime Tepe, Ayşe Tepe Doğan, Berfin Zenderlioğlu, Diyar Arcan, İhsan Kurt, Şener Özmen, Zelal Özmen, Metin Kaygalak, Hilal Laleş Aydın, Hatice Kılıç, Dilan Şevqi Özalp, Ekrem Altun, Gül Hür, Osman Akan, Ferda Önen Cemri, Kübra Sağır, Zeynep Yaş, Nilgün Sevim Emiroğlu û Hasan Alıcı ve hat damezrandin dê ji vê salê şûnde dest bi karûbarên xwe yên qada civak a sivîl bike.
Herwiha Weqfa BANê yekem xebata xwe ya bi navê Bernameya Komxebata Dîyaloga Sazîyên Sivîl û Aktoran jî di navbera 26-28ê Avrêla vê salê da li bajarê Rihayê pêk anî û di demeke nêz da, dê derencama xebatê bi raya giştî ra belav bike.
Di vê hevpeyvînê da em ligel seroka Weqfa BANê Ayşe Tepe Doğanê derbarê prosesa avakirina fikra BANê da axivîn, herwiha me behsa naveroka xebatên ku dê di bin banê weqfê da bêne kirin, têkiliya weqfê bi girseyên kurdan ra wê bi çi şeklê bibe, di karûbarên saziyê da medyaya civakî dê roleke çawa bilîze û gelek babetên dî kir.
“Sazî û partîyên sîyasî zanist, çand û hunerê bo gerandina aşê xwe wek amûr bi kar tînin”
Di serî da tu dikarî behsa çîroka Weqfa BANê bikî? BAN kengê ava bû, bi çi fikrê û ji ber çi sedaman pêwistî dît ku di qada sazîyên kurdî da bibe dengekî nû?
Weqfa Zanist, Çand û Hunerê ya BANê bo tevkarîyê li pêşkeftin û firehkirina qada civaka sivîl a kurd bike, ji alîyê 20 hevalên ve hat damezirandin ku di qadên ji hev cudatir da dixebitin û bi heman kelecan û xeyalê hatine cem hev.
Berîya damezirandina weqfê jî van 20 kesan hevdû nas dikirin û ji kar û barên hev haydar bûn. Bi feraseteke nûger lêgerîna dabînkirina pêwistîyan, dê hewldana me ya sereke be di qada civaka sivîl a kurd da. Helbet tecrûbeyên bi salan yên qada civaka sivîl a kurd ji bo me mîrateyeke girîng û dîrokî ye. Em şahidîyê li damezirandina gelek rêxistinên sivîl dikin ku her yek di warên cuda da kar û xebatan dikin. Ev sazbûn cihê şanazîyê ye. Di civakekê da qada sivîl çiqas pêşketî û xurt be, çanda demokrasî û rexnegirîyê û gelemperîbûn jî ew çend bi hêz dibe. Herwiha sazîyên sîyasî û civakî yên li ser himê civakeke sivil a xurt werin avakirin dê bihêztir bin. Pêdivîya qadeke xurt a civaka sivîl her ku diçe zêdetir dibe; bo miletê kurd ê ku çand û zimanê wî tê asimîlekirin û ji mekanîzmayên netewesazîyê bê par hatîye hiştin. Em pir girîngîyê didin rola sazîyên civaka sivîl ya di qonaxa pêşxistina demokrasîyê û kemilandina çanda demokratîk da.
Herçend em ji girîngîya sîyasetê haydar bin jî, em baş dizanin ku civakên di warê zanist, çand û hunerê da qels bin, di warê sîyasî da jî qels in an jî destkeftîyên wan ên sîyasî mayînde nabin. Fikrên sazî û partîyên sîyasî yên kurd di warê qada sivîl da mixabin pir bi pirsgirêk in. Zanist û çand û hunerê bo gerandina aşê xwe wek amûr bi kar tînin.
Qada zanist, çand û hunerê ku divê xwe ji şêwazên teng yên sîyasî rizgar bike û li ser politikbûna xwe ya xweser bilind bibe, mixabin di nava me kurdan da hê têra xwe nekimilîye. Lê ligel hemû astengîyên hundirî û derveyî jî hewldanên aktorên qada zanist, çand û hunerê giranbuha ne; nexasim xîreta wan a bo hilberîna zanistê û bilindkirina çand û hunera kurdî cihê heyranîyê ye. Wek sazî em ê jî tevkarîya van hewldanan bikin û bi awayekî sazûmanî bibin hevkarê aktorên hewldar… Me bingehek ava kir lê ne bi bipozbilindî; pirsên me dê her ev bin: “Em dikarin bo we çi bikin?” û “Em dikarin bi hev ra çi bikin?”
Em ê xwe bispêrin kevneşopîyê û bi hemû aktorên kedkar ra berê xwe bidin pêşde birinê!
Ji bo pirsa azadîyê û mafên kurdan yên neteweyî, kolektîf û takekesî di platformên navneteweyî da bê îfadekirin jî em girîngîyê didin bihêzkirina qada civaka sivîl. Çarçoveya nîqaşên me yên di qonaxa damezirandina BANê da jî ev bûn.
Em di wê bawerîyê da ne xebatên çandî, hunerî û zanistî dê qada xweîfadekirina kurdan firehtir bike. Ligel vê em dixwazin di karûbarên xwe yên rêxistînî da bi prensîbên demokratîk û gerdûnî ve girêdayî bimînîn û bi vî awayî bibin modeleke serkeftî ya qada civaka sivîl. Em ne tenê kesên ku bi armanc û mîsyonekê hatine cem hev in, em di heman demê da hevalên hev ên baş in. Qasî ku em bi hev ra têdikoşin, bi hev ra demên bi kêf û coş jî derbas dikin. Bo dîyarkirina prensîbên xwe yên xebatê û bo avakirina stratejîya xwe, me civînên dûvdirêj li dar xistin. Me hewl da ku em feraset û zimanekî hevpar peyda bikin. Me mezîyetên xwe yên cihêreng û nerînên xwe yên cûrbicûr bo pêşketina weqfê seferber kirin. Me berî her tiştî girîngî da hevdûfamkirinê. Li cem me kurdan kombûna hejmarake zêda ya mirovan bo armanceke hevpar carinan dibe cihê endîşeyê: Wek mînak, pîrê caran lihevnekirineke piçûk jî dikare bibe sedama terkkirina maseyê! Tecrûbeyên negatîv yên bi vî rengî, bivê nevê mirov dixe nav fikaran. Lêbelê divê em di vê serdemê da êdî bêtifaqî û dubendîya kurdan qebûl nekin; nexasim di qada sîvil û di sazîyên xwedî îddia û raya rexneyî da ev yek divê bê redkirin. Lewma jî em dixwazin tiştekî li çanda tevkarîyê zêde bikin, divê em bikaribin bi dilrehetî bi hev ra bixebitin û bi vê yekî dilşad bin.
Herwiha dixwazim dîyar bikim ku hin hevalên me yên damezrîner di nava sazîyên sivîl û platformên din da jî cih digirin û ev yek me lewaz nake, bileks ev temsîlîyet me xurt dikin. Berê keseki dikaribû tenê bibe damezrîner an endamê rêveberîya weqfekê an jî komeleyekê, lêbelê di serdama îroyîn da mirovek dikare di gelek rêxistinên sivîl ên cuda da bixebite û ev yek dê çanda me dewlemendtir bike.
Weqfa me gelek belgeyên polîtîk yên nivîskî jî durist dike. Ev belgeyên nivîskî dê pêşketina sazîbûnê bike û tiştina li kelepûr û kevneşopîya kurdî zêde bike.
Em li ser mijarên wek şefafbûn, prensîbên exlaqî yên karûbarî, rêzgirtina prensîbên wekhevîya zayendî gelek axivîn, herwiha di çaraserkirina pirsgirêkên navxweyî da esasgirtina rêbazên biedalet û demokratîk jî ji mijarên me yên sereke yên niqaşan bû. Cihê kefxweşîyê ye ku hemû damezrînerên me di van mijaran da xwedî heman hesasîyetê ne. Jixwe weqfa me rîayetkirina van prensîban digire ser xwe û teahûd dike.
“Li dinyayê hêza çand û hunerê tu carî bi temamî têk naçe”
Di siberojê da em ê xebatên BANê zêdetir di çi warên civakî da bibînin. Gelo we ji bo xwe xaçerêyek dîyar kirîye?
Xebatên BANê wê di hêla çand, huner û zanistê da bin. Karê çand û hunerê wek ku me di nîzamnameya xwe da jî dîyar kirîye, em yek ji wan karên bingehîn yên avakirin û berdawamîya civakê dibînin. Ev hêl ne hêlek e wisa ye ku em bêjin ka em jî li vê hêlê tiştekî bikin. Ev hêl hêleke gelek muhîm e. Em difikirin di hêla çand û hunerê da gelo sazîyên din heta îro çi kirine û em bi hev ra ji îro û şûnda dikarin çi bikin û çi lê zêde bikin. Herwiha em li ser disekinin ku kêmasîyên vê hêlê rast tesbît bikin û li gorî qeweta xwe bi aktorên vê hêlî ra dikarin bi awayekî hevkar çi bikin. Herçend rastî astengîyan û zordastîyan were jî wek gelek nimûneyên ku îro li dinyayê hene hêza çand û hunerê tu carî bi temamî têk naçe. Ziman, erdnîgarî, çand çiqas bê texrîbkirin jî civak dîsa di hêla kultur û çandê da xwe ji nû ve vedijîne û li ser pêyan dimîne. Îro jî rewş ev e. Weqfa BANê xwe bi heqîqeta ku ji vê noqteyê dertê digire û ji bo pêşî-vekirina ji bo hilberandina projeyên di hêla çand û hunerê da dixebite û lê dixebite ku van şert û mercan pêşdetir bibe.
Ji bo me xaleke din ya herî muhîm jî di van xebatan da ligel aktorên sivîl yên kurd, di van xebatan da hevkarîyê bikin û bi hev ra îmkanan zêdetir bikin. Ji bo vê jî wek pêngavekê me li bajarê Rihayê ligel 21 sazîyên sivîl yên kurd bernameyek çêkir û em du rojan li ser van xalan axivîn û me guhdarî kirin. Em ê rapora vê komxebatê çend roj şûn da bi raya giştî ra parve bikin.
“Rêbaza demokratikbûnê di serî da em di nav sazîya xwe bi xwe da ava bikin”
Li Bakurê welêt û li sehaya Tirkîyeyê, gelek sazî û rêxistên kurdî bi aktîv karûbarên xwe dimeşînin. Gelo dê çi cudahîya xebaten BANê ji yên damûdazgehên heyî hebe?
Di çend salên dawî da, di hela xebatên sivîl da em dibînin ku hejmara sazîyan zêde dibin. Ev tiştekî baş e. Berê ev hejmar kêm bûn û hêla xebatê jî teng bûn. Lê îro pirsazî û pirxebatî heye, ev tiştekî baş e û helbet wê dewlemendîyekê bi xwe ra bîne. Kurd ji hêla xebatên li qadê ve rastî gelek astengîyan hatin û hê jî tên. Lê problem tenê ne ev e. Herwiha di nav sazîyan da problemên şexsî û yên mekanizmaya sazîyê jî gelek caran dertên û ev rewş xebatkaran an jî dildaran demoralîze dike. Bi taybetî jî ji bo civakên wek kurdan ku bi salan e hatine kolonîzekirin ji ber kêmasîya tecrubeyan ev problemana bêhtir zirarê didin berdewamîya xebatan û sazîyan. Ji ber vê jî divê di her hêlan da sazîyên sivîl di nav kurdan da zêde bibin û bêtir xebatan bikin. Di vê noqteyê da em dikarin bêjin hem di rêveberîya BANê da him jî di rêbaza xebatên BANê da weqfa me dûrî van probleman e. Li gor me divê rêbaza demokratikbûnê di serî da em di nav sazîya xwe bi xwe da ava bikin û jê bawer bikin. Vê gavê îddiaya me û rêbaza me li ser vê esasê ye.
Herwiha em ê tim sazîyên din jî û xebatên wan jî bişopînîn. Lewra em dixwazin ku tişta nehatîye kirin û ji bo civaka me tişta zêde pêdivî çi ye wê tesbît bikin û li ser van bixebitin. Bi vî awayê em ê him kêmasîyan tije bikin û him jî xwe ji nû ve tim revîze bikin.
“Jin û ciwan hêj jî têra xwe nayên temsîlkirin”
Hûn jî dizanin ku di karûbarên dazgehî yên kurdî da, rol û hebûna jin û ciwanan zêde nayê dîtin. Ji bo ku zêdetir hûn van tebeqeyên civakê di bin banê weqfê da mobîlîze bikin we çi vîzyon daye ber xwe?
Mijara zayenda civakî yek jî mijarên qada sîvîl e ku herî zêde tê niqaşkirin û giringî tê dayîn ji ber ku mijara zayenda civakî bi awayekî xurt bi rêgez û nirxên demokratîkbûnê ve girêdayî ye, ne mimkin e ku em wan ji hev cuda bifikirin. Lê em dibînin ku jin û ciwan hêj jî têra xwe nayên temsîlkirin ji ber fikrên paşverû yên ku di qada sivîl da qewî bûne. Temsîlîyeta jinan ya di rêvebirînê da hêj nehatîya wê astê, ku pêdivî pê heye. Gelek giring e ku strukturên sîvîl hebîn ku ne tenê bêjin “Bila di rêvebirinê da jin jî hebe” lê bila li dû wêditirê vê fikrê biçin. Herwiha em di wê fikrê da ne ku divê ew ferasetên ku ciwanan tenê wekî “xebatkarên xwebexş” dibînin, werin niqaşkirin. Di rêvebirina Weqfa BANê da temsîlîyeta ciwan, jin û hûnermendan jî esasên giring in. Ji 20 avakarên weqfa me 12ê wan jin in û di rêvebirîya me da jî hevalên ciwan hene. Di weqfa me da tu kes (serok jî tê da) ji bo gotina dawî li kesekî/a din nanêre/hereket nake. Eger em werin ser ciwanan jî, gelek sazîyên sivîl gazinan dikin ku ciwan li hember rêxistina wan ne hesas in. Di vê mijarê da divê ewil sazî ji xwe bipirsin ka çima û dûra bipirsin ka ev ciwan çi xwebexş çi profesyonelî çima bala xwe nadin xebatên wan. Divê em karibin sosyolojîya guherînê fehm bikin. Em ciwanan ne bi riyalî tevlî xebatên xwe dikin lê em yekser xebatên xwe teslîmî wan dikin. Em dê di hemû xebatên xwe da beşdarî, fikir, hilberandina ciwanan esas bigirin.
“Em ê kelecanî û cudahîyeke nû zêde bikin li qada sîvîl”
Ji bo ku hûn ligel civaka kurdan her tim di nav têkilîyê da bin û karûbarên xwe bigihînin girseyên mezin, wê stratejîya we ya pêwendîya medyayê çawa bê plankirin?
Bi pêşketina teknolojîyê em dibînin ku çavkanîyên pêwendîyê her ku diçin xweser dibin û tesîra wan zêdetir dibe. Platformên medyaya civakî bûnê amûrên herî girîng yên çavkanîyên pêwendîyê. Di van demên dawî da ev çavkanîyên pêwendîyê dewlemend û berbelav dibin li nav kurdan. Eşkere ye ku dîvê medyaya civakî bi baldarî were bikaranîn. Em di wê bawerîyê da ne ku çavkanîyên pêwendîyê gelek bi qiymet û kêrhatî ne ji bo mirov xwe bigihîne civakê û karibe tesîrê lê bike. Ji ber ku dê hemû xebat û karên me bi awayekî zelal werin kirin, medyaya civakî jî dê bibe amûrên ewîlîn ji bo xwegihandina civakê. Ji bilî medyaya civakî, qadên din ên medyayê hene ku di medyayê da kar dikin. Piranîya wan jî gelek karên girîng dikin ku Botan Times yek ji wan medyayan e. Em jî dê wan qadan gelek caran bikar bînin ji bo kar û barên me zêdetir werin dîtin. Wekî encam em çiqas karibin kar û barên xwe belav bikin dê civak jî ewqasî ji me haydar bibe û alîkarîya bike. Em hêvî dikin ku wekî Weqfa BANê em ê kelecanî û cudahîyeke nû zedê bikin li qada sîvîl.