Ayhan Bilgen ji HDPyê îstîfa kiriye

Nıvîskar:
3 years berê

Şaredarê berê yê Qersê û Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen ragihandiye ku ew ji partiya xwe îstifa dike.

Şaredar Ayhan Bîlgen, piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin dest ji endamtîya HDPyê berdaye. Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî wiha gotiye: “Divê rêwî rêwîtîya xwe berdewam bike!”

Nameya îstifakirina Bîlgen a ku îro ji Navenda Giştî ya HDPyê re hatiye dayîn wiha ye:

‘BI NAVÊN KU DIKIN HDP’Ê KAMPANYA KOLA DIKE’
“Ez endamtîya xwe ya sîyasî ya ku di sala 2007an de bi xemên civakî dest pê kirî li vir diqedînim, ku ev namzetî ne bi hêvîyên takekesî dest pê kiribû. Min pêwîstiya têkoşîna wekheviya civakî, wekhevî, azadî û aştiyê her di platformên cuda yên partîyê de anî ziman û bi raya giştî re jî parve kir. Ez dixwazim her kes bizanibe ku gava ez di nav de bûm, çi ehlaq û presîb û nirxên hay jê dimam hebûn dema ez jê îstîfa bikim jî ez ê li wan nirxan baldar bim. Heman hessasîyetê dê nîşan bidim û ez ji endamtîya HDPyê îstîfa dikim. Ez hêvî dikim ku ew kampanyaya îftîrayê, heqaret û îftirayê ku li ser medyaya civakî ji aliyê kesên dişibin HDPyîyan ve tên kirin, bi daxuyaniya ku hûn ê bidin, bi dawî bibe. Wekî din ez dixwazim hûn bizanibin ku ez ê mafên xwe yên şexsî biparêzim.”


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Vîdeo: Rojîn Kabaîşa 21 salî  hêj winda ye – VOA, BBC

Ji 27ê Îlonê vir ve tu agahî ji Rojin Kabaiş, xwendekara Zanîngeha

“Heta niho li Filistînê 226 karmendên Neteweyên Yekbûyî hatine kuştin”

Philippe Lazzarini, serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Karên Penaberan ên

Parastvanê Messiyî ne bezî, firrîya!!

Lionel Messi bi şiyanên xwe yên bêhempa û jêhatîbûna xwe ya gol