Ayfer Duzdaşê bi ”dam a dam a” dest bi weşandina kilamên Arxawûnê kir

  • 17/12/2022
Ayfer Duzdaşê bi ”dam a dam a” dest bi weşandina kilamên Arxawûnê kir
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

17/12/2022

Ayfer Duzdaşê klîpa ‘’Dam a dam a” ya ”Kilomên Arxawûnê” li ser Youtubeê weşand.

‘’Dam a dam a’’ ji ‘’Kilomên Arxawûnê’’ sîngila wê ya pêşî ye. Ew kilam li gundê Guhreş ya Meletîyê hatiye berhevkirin.

Gotina ‘’dam a dam a’’, bi Kurdîya Kurmancî ya berbelav ‘’dem e dem e’’ ku tercumanên albumê bi Îngîlîzî ‘’the time’’ û bi Tirkî ‘’zaman’’ nivîsîne bo wê.

Van stranên ku Ayfer Duzdaşê berhev kirine di nav miletê hêla Meletîyê de bi navê ”Kilomên Arxawûnê” û ”Qaydeyê Arxawûnê” jî tên zanîn. Çaverê ye Duzdaş 12 kilamên din yên ‘’Kilomên Arxawûnê’’ jî sîngilî biweşîne.

Duzdaşê ji Instagramê da zanîn ku ew bo wan kilamên Arxawûnê berhev bike 10 salan xebitîye. Wê bo tevkarîyê spasîya çend kesan kir ku di nav wan de kesên wek Zana Farqînî, Mazlum Dogan, Ozkan Çelen û Servet Kocakaya hene.

Ayfer Duzdaş, ku li Sêwasê hatiye dinê, berî vê albuma xwe di sala 2017an de bi berhevkarîyê ‘’Ji Xoresanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî’’ derxistibû.

Sîyastvan Îbrahîm Halîl Baran di sala 2018an de ser wê albumê krîtîkek nivîsîbû ku nav ‘’Alevîler, Aşk û Ayfer’’ bû.

Baran di nivîsê de dîyar kiribû ku dengê Ayferê û karê wê kirî bêhemta ne û gotibû ku ez li ber dikevim ku Kurd guh nadin ser wê.

%d