Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan

27/10/2024
Ji rastê ber bi çepê ve İbrahim Halil Yıldız, Cevdet Yılmaz û Ferit Şenyaşar li Quranê guhdarî dikin. Riha - 2024. Foto: Perxudres Podcast.

Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan ku Hezîrana 2018an li Sirûcê jiber minaqeşeyeka sîyasî ya dema hilbijartinê ji hevdu kuştibûn û bûbûn xwînîyên hevdu 27ê meha 10an ya 2024an li Milet Park ya Eyubîye ya Riha bi merasîmeka walîyê bajêr Hasan Şıldak li hev hatin.

Polîsên ne îşê îşan pir bo merasîmê tedbîrên tam-teşekul sitandibûn ku nas-nenas medyakar gî seba bi silametî derbazî cîhê lihevhatinê bibin di mesafe û mideteka kin de çenteyên xwe yên bi kamera û mîkrofon bo polîsan sê caran vekirin, raber kirin û girtin.

Merasîma ku hatibû ragihandin ku wê piştî nîvro di saet duduyan de destpê bike hema bêje di saet sisêyan de destpê kir. Li hêla çepê jibo Mala Şenyaşaran 50 kursî û li hêla rastê jibo Mala Yıldızan jî 50 kursî hatibûn danîn. Xwedîyên çend kursîyên li hêla Mala Şenyaşaran nehatibûn. Kursîyên li hêla Mala Yıldızan hema bêje gî tije bûn.

Mele û seyda li hêla jêr, protokola resmî li hêla jor, dîn û dewlet bi hevre bi gotineka din, berî merasîm destpê bike, kê ji medyayê re fikra xwe ya ser lihevhatina herdu malan got ya bi Erebî ya bi Kurdî û ya jî bi Tirkî bi eynî mehneyê kelîmeyek avêt nêv gotinên xwe: Bi Erebî sulh, bi Kurdî aştî û bi Tirkî barış.

Rêber û rayedarên dewletê, sîyasetvanên AK Partî û DEM Partîyê hazirûn bûn li merasîmê. Di temsîlê de ji hêla Mala Şenyaşaran Ferit Şenyaşar û ji hêla Mala Yıldızan İbrahim Halil Yıldız dest dan hevdu. Dîplomatê dewletê Cevdet Yılmaz û rûsipîyê sîyasetê Ahmet Türk, mehnedar, mealen gotin xwîn bi xwîn nayê şûştin û dawîya dawî aşt dibe însan, aştî çêdibe. Herhal ji atmosfera huznî bû, li salona merasîmê kesî jibo ti kesî çepik lênexist.

Dîsa ji huzna zêde bû herhal, Emine Şenyaşar ya ku bi protestoyên xwe yên sîvîl yên li pêş qapi-derîyên mehkemeyan hatibû naskirin li merasîmê tunebû. Zati wê roya mewlûda bo mêrê wê û du kurên wê gotibû ku her çiqas bi protestoyên wê kurê wê yê di hepsê de piştî 6 salan hatiye berdan jî zikê wê ser ewladên wê yên din yên hatine kuştin pir dişewite û ewê nere merasîmê.

Aştî çêbû, li hev hatin her du hêl, lê wer tê xanê ku ji xwedîyên Esved Şenyaşar, Celal Şenyaşar, Adil Şenyar û Mehmet Şah Yıldız re kefenên wan hîn jî şil in, nola ku ew hîn nû hatine kuştin. Bes bira kefenê kuştinê şil be, bira ew were kuştin ku ser sîyasetê careka din kuştineka din nebe, careka din kes nebêje li ber çi, li ser çi, jiber çi..

Omer Faruk Baran


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Parçe yî yan Bitûn?!

I. Dê li te vegerim! Em di serdema ragihandinê da ne. Lê

Son Kürt Prens, Dr. Kamiran Bedirxan ile Tarihî bir Söyleşi (1962)

Yazan: Rohat Alakom 06/11/2024 1962’de yapılan bu söyleşi ilk kez Botan Times

Hevpeyvîneke Dîrokî ligel Kamiran Bedirxan (1962)

Hevpeyvîneke dîrokî (1962) ya ligel Kamiran Bedirxan li Botan Timesê diweşe. Ev