Arjen Arî: Li bin alayê wêneyê min bigire!

20/11/2024

Gelek fotrafên Arjen Arî hene ko ji bo min taybet in. Ev ê li manşetê yê 2012ê ye. Sefera wî ya paşiyê bû ko çûbû bin sîya alaya Kurdistanê. Wî taybetî xwest li wê derê bigirim.


Got, ho Mirad ka were li ber alayê fotrafê min bigire! Ez rûniştim erdê. Got tê bî toz min got ne xem e bi vî awayî ez ê fotrafekê baş bigirim. Ma lê min demekê fotraf negirt. Kenîya got çima nagirî, tam di dema kenê wî de alaya Iraqê dahelikî û bayê li ya Kurdistanê da. Min gotê ka were û bibîne li benda çi bûm. Wî dema ala dît ez hembêz kirim…

Got em carinan bi hev re bigerin belkî rojekê tu pêşangeha wêneyên min vekî. Min gotê ez ne profesyonel im. Got na tu baş î!!! Tu baş î!!!

Di wê salê de Arjen xatir ji me xwest. Xuşka wî Necla fotrafên wî ji min xwestin. Min 92 fotraf dane xanimê. Îro Necla xanim hat serdana me û ew flaşdîska min dabûyê li nik wê bû. Min piştî salan dîsa ev fotraf dît.

Min xwest sê fotrafên min neweşandîn bigihînin we Arjen-hezan.

“Ev çiya rûspî ne!”

Xema li ser rûyî


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Çapa çarem a pirtûka Bedirxanîyan derketiye

Weşana paşê

Şer – Heta niha li Lubnanê 3558 kes mirine