Aram Dildar dê li çar bajaran Stand-Upa xwe bike

02/04/2024

Aram Dildar bi Stand-Upa xwe ya bi navê Ne Wisa Ne jî Wilo derdikeve turneyê.

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar dê li çar bajaran Stand-Upa xwe pêşkêşî bînerên xwe bike.

Derhêner Aram Dildarî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dabû zanîn ku ew dê dîsa dest pê Stand-Upê bike. Wî di peyama xwe da anîye ziman ku cesareta xwe ji geşbûna şanoya kurdî û mîzaha kurdî wergirtîye ku ew li Stand-Upê vegere. Senarîst Dildarî herî dawî sala 2008an Stad Upek kiribû û ew 4 caran deketibû pêşberî bîneran.

Wî heta niha li çendîn bajaran Stand-Upa xwe kirîye.

Dildar 7ê Nîsanê li Stenbolê, li Nînova Cafe taksîmê saet 20:00an; 14yê Nîsanê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê saet 20:00an; 13yê Nîsanê li Batmanê, li Yenisahneyê saet 20:00an û li Enqereyê, li Ankara Bahar Barê dê li pêşberî hezkirîyên xwe be.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Balafirên Îsraîlê 12 caran li Beyrûdê dane

Li başûrê Beyrûdê, balafirên şerî yên Îsraîlê 12 êrîş pêk anîne. Li

Lîstikvanê neteweyî yê Ekuadorê Angulo miriye – 22 salî bû

Lîstikvanê tîma futbolê ya LDU Quito û neteweyî ya Ekuadorê Marco Angulo,

Doza ‘De bêje tu ji ku yî” – Bêsûc e!

Li Şirnexê, Suleyman Salğucak ê ku ji ber gotina “De bêje tu