Appleyê biryar daye ku li Rusyayê firotina hilberên xwe rawestîne

Kompaniya Apple ya teknolojiyê ya Emrîkî bû yek ji wan şîrketên ku li dijî dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê helwest nîşan dane. Şîrketê biryar daye ku bi tevahî firotina hilberên xwe li Rûsyayê rawestîne, karûbarên xwe yên wekî Apple Pay û Apple Maps sînordar bike. Di daxuyaniyekê de, Appleyê ragihandiye ku ew ji ber êrişa Rûsyayê […]

Appleyê biryar daye ku li Rusyayê firotina hilberên xwe rawestîne
Appleyê biryar daye ku li Rusyayê firotina hilberên xwe rawestîne
Botan Times
  • 2 Mart 2022 08:07

Kompaniya Apple ya teknolojiyê ya Emrîkî bû yek ji wan şîrketên ku li dijî dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê helwest nîşan dane.

Şîrketê biryar daye ku bi tevahî firotina hilberên xwe li Rûsyayê rawestîne, karûbarên xwe yên wekî Apple Pay û Apple Maps sînordar bike.

Di daxuyaniyekê de, Appleyê ragihandiye ku ew ji ber êrişa Rûsyayê bi fikar e û li cem qurbaniyên tundiyê ye.

Li gor nûçeya ajansa RIA ya Rûsî, dibe ku sepanên bankên wek VTB yên ku li ser pergala xebatê ya Appleyê iOSê xizmetê dikin jî ji xizmetê derkevin.

Çavkanî: BBCEng