Appleyê biryar daye ku li Rusyayê firotina hilberên xwe rawestîne

02/03/2022

Kompaniya Apple ya teknolojiyê ya Emrîkî bû yek ji wan şîrketên ku li dijî dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê helwest nîşan dane.

Şîrketê biryar daye ku bi tevahî firotina hilberên xwe li Rûsyayê rawestîne, karûbarên xwe yên wekî Apple Pay û Apple Maps sînordar bike.

Di daxuyaniyekê de, Appleyê ragihandiye ku ew ji ber êrişa Rûsyayê bi fikar e û li cem qurbaniyên tundiyê ye.

Li gor nûçeya ajansa RIA ya Rûsî, dibe ku sepanên bankên wek VTB yên ku li ser pergala xebatê ya Appleyê iOSê xizmetê dikin jî ji xizmetê derkevin.

Çavkanî: BBCEng


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rûsyayê ragihandiye ku wan bajarê Xersonê êxistiye bin kontrola xwe

Weşana paşê

Leşkerên Rûsî ketine Xarkovê, di encama êrîşan de herî kêm 21 kes mirine

Te hay ji vê heye?

Hinek zanyarîyên erdnîgarîya cîhanê ku em şaş dizanin

Hema zêde dûr neçin, rawestin û

Polonya: Wagner nêzî sînorên me dibe

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir

Polonya dê 4 balafirên şerê bişîne Ukraynayê

Polonyayê ragihand ku ewê 4 balafirên

Kremlîn: Yên ku piştgirîya Ukraynayê dikin tevlî şer dibin

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov diyar kir