Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Angelina Jolie ya star û xêrxwaz dê dawî li karê xwe yê taybet yê bo Komîserîya Bilind ya Penaberan bîne.
Angelina Jolie, ku bi qasî 20 salan bo NYê xebitîye, bi daxuanîyekê dîyar kir ku ewê xebatên xwe wek aktîvîstekê bidomîne.
Jolie di sala 2012an de, bo penaberên ji Sûrîyê serdana kampên wan yên li Entabê kiribû. Ew îsal jî çûbû Yemen û Ukrayna û li wan welatan bi koçberan re peyivîbû.
NY dide zanîn ku her sal zêdetirî 100 mîlyon kes jiber şer û rewşên din neçar dimînin ku warên xwe terk bikin.
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11