Angel: Dawîya dawî fîkser jî hatin bîra hinekan

Angel: Dawîya dawî fîkser jî hatin bîra hinekan
Angel: Dawîya dawî fîkser jî hatin bîra hinekan
Vahdet Uçar
  • 30 Aralık 2021 14:25

“Ez yekem jin bûm ku min li ser navê fîkseran xelatek standî. Yekem kes û ew kes jin. Jixwe min jî xelata xwe pêşkêşî jinan kiribû gava min stand. Min gotibû ku em li vir in û em dê li vir bin. Lewra jinbûn bi xwe li her qada jiyanê gelekî zehmet e lê di rojnamegerî û fîkserîyê de birastî careke din zehmettir e lê em dikin û em bi ser dikevin. Ji ber van yekan ez bi xelatê kêfxweş bûm.

Di dema xelatdayînê de jî min xelat bilind kir û got “dawîya dawî fîkser hatin bîra hinekan” (dikene). Lewra kesên weka me li paşxaneyê dixebitin zû bi zû nayên dîtin, lê ew kes jî gelek karên zehmet bi serkeftî dikin. Ji ber ku ev yek carekî be jî hate dîtin ez gelekî kêfxweş bûm, an ji bo min ne mûhîm e ka ez xelatê distînim an na.”

Angel 19-20 sal in karê fîkserîyê bi awayekî Profesyonel dike. Ew fîksereka freelancer e û di van 20 salan de bi sedan rojnamegeran re xebitîye. Ew yekem kes e ku xelatek di qada fîksertîyê de standiye. Fîksertî karekî wiha ye ku gelek karên rojnamegerîyê bi arîkarî û rêbertîya wan tên kirin lê hîn jî têr nayên dîtin û nasîn. Hîn jî pirsa “fîksertî çi ye” tê kirin. Em ketin pey bersiva vê pirsê û me pirsên xwe ji Angel, ji yekem fîksera bi xelat a kurd kirin:

Çi ye Fîksertî?

“19-20 sal in ez vî karî dikim lê hîn jî nikarim bêjim karek e ku tenê hêleka wî heye. Ev kar karekî wiha ye ku wergerî têde heye, rehberî, asîstanîya rojnamegeran têde heye. Tu gelek karan bi hev re dikî. Gava rojnamegerek bixwaze bi fîkserekî re bixebite tenê mijara xwe dibêje û her karên din li ser fîkser bi xwe dimînin, kontakt, organîzasyon, wergerî, rehberî û hwd.

Rojnamegerên ez bi wan re xebitîme dibêjin, gava dê biçin cîyekî serê ewil hewl didin ku fîksereka/î baş bibînin. Lewra piranî diçine cîye bi xeter an ku krîz lê heyî di van rewşan de jî kesên wan diparêzin an rê nîşanî wan didin li gor rewşa krîzê dîsa fîkser in.”

Te çawa dest bi vî karî kir?

“Dema ez li lîseyê bûm carina min rehbertîya turîstan dikir, hem me ji xwe re pereyek bi dest dixist hem jî ingilîzîya min pêş ve diçû, me ew digerandin li Mêrdîn, Diyarbekir û Heskîfê wan deran. Komên 20-30-40 kesî dihatin, carinan me ji xwe re digo em weka şivanan in. Carekê komek hat û zilamekî wênekêş hebû di nava wan de, wî ji min re got ku dê koma wî biçe û ew dixwaze çend rojên din jî bimîne bo wêneyan bikêşe û xwest ez dîsa rêbertîya wî û wergerîya wî bikim, bibim fîkser jê re. Min jî bêyî ku bizanibim dê pereyekî ji bo vê yekê bistînim an wekî din çi bikim go temam. Lê ez nizanim ka fîksertî jî çi ye. 

Gava pirsa pereyan ji min kiribû ez şaş mabûm û min nizanibû çi bêjim, wî got ku wiha nabe û divê gava min karek kir profesyonel bim û pereyê xwe bistînim. Ez dikarim bibêjim ku min wiha dest pê kir. 

Helbet wek her karî di vî karî de jî networkek heye û, gava rojnamegerên biyanî bên û bixwazin li herêmê bi fîkserekî/ê re bixebitin bi rêya wê networkê xwe digihînin me. Bi vî awayî hêdî hêdî min bi xwe jî networkek çêbû. 

Min çend tişt hene ku bi wan yekan ez karê xwe rihettir dimeşînim an baştir dikim; ez jin im, bawerî û samîmîyetê bi hember didim hîskirin, ez kurd im û kurdî dizanim, li gel kesên herêmê bi zimanê lokal ê herêmê bi hêsanî dikarim biaxivim û bidim axaftin. Bawerîyê bi alîyê din didim hîskirin. Jin diçe ku wir dike cîyekî sîvîl û diguherîne. Di vî karî de jî ji bo hêsankirina karî ev yek gelekî mûhîm in. Ev taybetmendîyên min ji bo kesan jî avantaj bûn û gava dixwazin li gel fîkserekê bixebitim ji bo wan dibim keseka rast. Jixwe ji ber van yekan pirrtir bi fîkserên jin re dixebitin.”

Karê te yê yekem weka fîksereka profesyonel tê bîra te?

“Belê, bi jineka rojnameger re bû. Jineka di karê xwe de prfesyonel bû. Gelek caran, gelek salan ji bo karê xwe li hin welatên Rojhilata Navîn mabû û jiyabû. Gava ez bi wê jinê re xebitîm, wî çaxî min go ‘erê, ez karekî profesyonel dikim.”

Hûn diçin her cîyî di her rewşê de, gava hûn diçine cîyekî bi xeter ji bo karî wî wextî ewlehîya we çawa tê parastin, hûn çawa tevdigerin?

“Mîsal di dema şerê Sûrîyeyê de ez her bi rojnamegerên biyanî re li ser sînor xebitîm. Wekî din jî gelek caran li ser gelek nûqteyên sînor xebitîme.  Wan deman gelek caran fîşek ser serê me re derbas dibûn. 

An di dema şerê Xendekan de em çûn nava Sûrê jî, helbet em bi îznê diçûn, ev kar bê kaxet û îzîn nabe. Di van rewşan de divê îzînên taybet bên standin. Ez jî weka fîkser tabi’î wê îzîna hatî standî me. Bi rêya vê yekê çiqas pêkan be em haya wan ji xwe çêdikin da ku tiştek neê serê me. Herweha jixwe medyaya navneteweyî bi xwe di meseleya ewlehîyê de gelekî hessas e. Heta ji destên wa tê jî hemû prosedurên vî karî pêk tînin.

Lê ger tu ji min re bibêjî çima vî karî dikî;

Ji zarokatîya xwe ve ez dixwazim ku her çand, dîrok, ziman, dans, stran û her awayê netewên din bizanibim. Min di zaroktîya xwe de jî her meraq dikir. Piçekî jî ji ber vê yekê vî karî dikim. Karekî zor e helbet,  mirov bi gelek problem û pirsgirêkan re jî rû bi rû dimîne. Tu bi trajedîyên giran re rû bi rû dimînî. Lê dîsa jî ji ber ku ez dixwazim her tişt û çîrokî di cîyê wî de hîn bibim ez her dixwazim vî karî berdewam jî bikim. 

Ez dayîkek im ku zaroka xwe bi tenê mezin dikim û carinan hin çîrokên dibînim û dibihîzim bi rojan ji bîr nakim an tesîra wê li ser min ranabe. Heta psîkolojîya mirov xira dibe lê dîsa jî ez hez ji karê xwe dikim.”

Çi tişt heye ku dixwazî biguhere, an çi kêmasî heye di vî karî de ku divê bê guherandin?

“Di vî karî de jî piştî demekê tu hestên xwe winda dikî, yan jî piştî demeka dirêj li dereka gelekî bê ‘eleqe de ew hest xwe didine der. Lewra jî ez dibêm hewce ye ku kesên her vî karî dikin û bi tiştên dijwar re rû bi rû dimînin, arîkarîya profesyonel bistînin. Ji bi arîkarîya profesyonel jî divê derfet bên dayîn.”

Çîrok an tecrûbeyeka ku tu tu caran ji bîr nakî heye?

“Bîranîneka min heye hem yek ji yên herî xemgîn e hem jî herî kêfxweş. Li qampeka penaberan jinek hebû, du kurên wê hebûn. yek 14 salî yek jî 9 salî; dema direvin bi awayekî kurek û dayîka xwe û birayê xwe ji hev diketin û hev winda dikin. Lê piştî demekê bi awayekî digihîjin hev û em wê gavê çûbûn wir. Di atmosfera ku her kes gelekî xemgîn, bi êş û travmatîk de ew dayîk gelekî kêfxweş bû û ji keyfa kurê xwe dikir ku bifire. Ew kêfxweşîya wê jinikê û tekane xala vê çîrokê ya ku hevqasî xweş ji bîra min naçe.”

Hêla ekonomîk a vî karî çawa ye? Destheqê hûn distînin têra we dikin? Di dema xwe de pereyê we tê dayîn?

“Pirsgirêka vî karî ew e ku tu freelance dixebitî, bi vî şiklî jî tu her car kar nakî, bi dest nakeve her dem. Ev jî jixwe hinekî tercîha me ye. Lê gava em dixebitin jî di meseleya pereyan de pirsgirêk dernakevin.” 

Yanî di medyaya navnetewî de ji bo fîkseran bûtçeyek jî heye?

“Helbet, wan bûtçe heye. di vî warî de perwerdeyên arîkarîya ecîl tên dayîn.”

Karê te çiqas bi ewle ye? Tu vî karî freelancer dikî û tu caran ne girêdayî derekî yî, xetera vê yekê heye?

“19 sal in carekê jî di bin navê sazîyekî de nexebitî me.”