Cana Bostan
Negrî, di dawîya nameyekê de ji Agamben re dinivîse, dibêje: “Baş pê dizanim Giorgio tu heq didî van gotinên min û herweha te ew azmûna nepêkan a di navbera metirsî û sêwîrîna xeyalî de qelaptîye, kiriye fikra xwe ya sabît.” Bi derhênerîya Justine Triet di Bir Düşüşün Anatomisi [Anatomîya Ketinekê; navê resen: Anatomie D’une Chute] de zewaca du kesên rewşenbîr, yekî ji wan romannûs a din hêj berhemeke xwe ya çapkirî nîne, weke modelekê vê senteza nepêkan a di navbera metirsî û sêwîrîna xeyalî de dike mijara xwe. Qeyranên ku kesê dildêr dike mijara polîsîyeyê, serê pêşî statûyeke hiqûqî li xwe dikin û bar dikin eywana dadgehê, dûvre bi bextê dadmendîya poetîkî ya mêjûya wêjeyê tê hiştin. Wextê zewac vediguhere dibe duserîtîyeke teqez ku rê nade seyra monadîk a jiyana rojane, sînorên wê para şahidîyê jî şêlo dibin. Wextê du laşên xwedî jîyanekê ji ber sedemên cuda şehwetê ji dest didin, wextê “hevjîn” bi hev re ji qonaxa estetîkî nikarin qevaz bidin qonaxa etîkî, wextê li enîya yekî ji wan paşdemayîn nivîsî be, jîyana ku ji mêj ve wehdkirî ye bi lez û bez ji milkbûna yek ji alîyan dertê. Di vê têkilîya milkiyetê de ew alîyê ewil ê ku êdî “bêjîyan” maye, ê ku di dîyalektîka nasbûnê de ji cihê xwe nerazî ye an jî ew ê ku dikare behreya xwepêçana bi agirê mexdûrîyetê pêşkêş bike, wî heqî di xwe de dibîne ku hesabê wan zewqên dinyayî bipirse ku jê hatiye stendin. Lêbelê gelo mirov dikare ji hevsera ruhî re deyndarê demê be; an jî ji kesekî re mirov deyndarê demê be dikare wî/ê weke “hevsera rûhî” ragihîne? Lewre ew mîta ku dibêje her yek ji ruhan xwedî hevserekê ye, ew bawerîya ku dibêje dema ezelî bi hev re bikudînin, li wê siûda ku dişê heta hetayê niştecîyê dema neha be, pîne dike. Li vê derê evîn, wextê tonalîtîya jîyanê bê guherandin, di zemên de ji hilgirîya pasîf dertê. Mafê dildêr yê tayînkirina çarenûsa xwe, bi qudreta mîstîk ve dagir kirîye ku abadînî tê hêdîkirin; [û herweha] lez dide salnameyeke rûtîna ritûelkar ev dîke-zeman. Sandra deng li Samuelî dike, dibê “Ez ne deyndarê te yê demê me”; em van peyvan li dadgehê seh dikin bi rêya “projeya wêjeyê” ku Samuel jîyana pêkve bi awakî veşarî tomar kiriye. Dîsa dê Sandra behsa wê yekê bike ku “hevsera ruhî” ne, lê vê carê ne li eywana dadgehê, li malê, li odê.
Di navbera bîrdanka malê de ya ku weke saloxdayîna dozekê tê kodkirin û ya ku di mêjûya wêjeyê de weke kelûpeleke poetîkî tê sanayîkirin, di navbera her duyan de girêdaneke xurt heye. Ev girêdana xurt encamên mecbûrî yên fahmejîyana metnî dike takemijûlahîya “wê hevjîna” ku êdî bûne karakterên wê metnê. Zeman êdî hêmana aborîya zimanekî ye. Wextê ji kirasê nivîsendeya bênav dertê dibe nivîskara binav a ku dikare bê darizandin, bixwe di mêjûya nivîsê de tomarkirî ye ev asoya lanetî ya tekstuwelî. Orpheus tam bi kuştina dildara xwe wê ji fanîbûnê xelas dike, ji bo ku wê bike ebedî û edebî difetile li Eurydikeyê dinêre. Mihemedê pêxember piştî wehîya ewil, bi şolekî din berî ebedîbûna xwe bi kêlîyekê, pêdivî bi Xecîceyê dibîne ku wî aş û mijûl bike. An jî şa’rê Pesûsê, wextê ji wê mirovikîya di xelayê de stirî dertê û dibê “ango ne tu tişt im jî ez, bes behsek im, berra jî.” Nivîsbarîya yarê, demjimêra xwendinbarîya hêmayên rabirdûyê taloq dike dahatûyeke ku dildar ji jîyanê vedikişe. Lewra fîlm vegêra wê “ketina” Samuelî dike, “ketina” ji nivîsbarîyê bo xwendinbarîyê. (Samuel mîna versîyoneke tarî ya Selamî Haricî Beg e ku ji Tahsin Yücel nedihat binivîse bi destê jina wî ve hatibû asta nivîsînê).
Wextê mala mirov bibe wek gûzika rikê ya bêberhemîyê, bêqidoş dibe; Samuel, kirdeya wê bûyera ku qasek şûn de dê wî bidirûvîne devera kuştinê, ji zû de ye bi aşkerekirina navgînîyên arezûya xwe amadehîya wê yekê kiriye ku di jîyana rastî de bigihe heqîqeta xwe ya romanî. Axirî tiştê ku Sandrayê ji tawanbarîya kuştinê xelas dike ev “amadehî” ye. Di wê dûblajê de ku kurik ji bavê re saz dike, li wê sehneya ku xuya ye akustîka bîrdankê herdem bi dublajê dikare bê bihîstin, hukmê wê zagonê dibe şikestokî û belav dibe. Çîroka berdestê jibîrkirina ku xwebûn xwe lê ferz nekirî, trajedîya dema neha ji bo dahatûyê dike halekî wisa ku bêteşe dibe û serî pê re dertê. Ev deformasyon bi wê hêla efûkirinê ve girêdayî ye ku li hember nivîsandinê li ber xwe dide. Lewre Sandra jî li dadgehê piştî demeke kin vedigêre ku di wê bobeta sedema korbûna Danielê kurê xwe de dê êdî dev ji baldayîna berpirsîyarî û tawanbarîkirina Samuelî berdaye û dibêje “bi tenê emrekî kurê min hebû, min nexwest wêya jî weke kêmbûnekê bifikre.” Efûkirin û jibîrkirin bi şêweya du kiryarên li ser xeta nivîsandin û jêbirînê diyar dibe bi vî awayî. Di vê têkilîyê de çawa ku tundî û dilovanî weke du hêmayên dîyalektîk ji hev du dizên û wisa dişuxulin, tiştê ku vê têkilîyê vediguherîne dike “çîrokeke Alîsa li Dîyarê Nûwazeyan [Alice in Wonderland]” ew nivîs e ku him mebest him jî kana îqtîdarê ye. Axirî, heman sifreya taştê gelo dikare îlham bide çend romanan? Ev pirs hewce dike ku mirov behsa cûdahîya di navbera îlhamgirtina bilez û întîhalê de bike. Di pêkvejîyana du rewşenbîran de dibe ku lebatkarê fikrekê û nasnameya avakarê wê [fikrê] dibe ku şêlo bibe. Wextê ev pêkvejiyan vediguhere berhemeke edebî mirov dikare baş bibêje ku xwedîyê wan kokên li jîyaneke gir û gewre belavbûyî ne diyar e. Belê, heke fikirdareke di halê rûşeym de û nivîskara ku ji bo berhemîkirina wê semaxkirî ne heman kes bin û her weha di wextên aramîyê de dildarê ku îlham daye wê fikrê, di wextê pevçûnê de nivîskar bike deyndar û bide tawanbarkirin dê çi bibe? Çîroka jîyanekê heke bi destê yeke ji hevseran bê nivîsîn gelo ji bo yê din dikeve halekî nenivîsbar. Babeta wê nivîskara-bêberhem jî, a ku nivîsa bêîqdîtar an jî bêîqtîdarîya wêjeyî kiriye navbeynkarê tekane, bi vî awayî dibe ev modela berdar, ya ku talan dike biwara di xwe de berhemdêr: Ev projeya wêjeyê ya ku wê mertala berhamdarîya berxurê hov qet qetî dike, di van şert û mercan de li gorî ku misoger xuya dike dê sepînerê xwe ber bi xwerûxînê ve bajo. Di dawîya çîrokê de mînanî nameya Poe ya ku jê hate dizîn, devera xelasîyê jî ya ku jî serî de li ber çavan e; ne ew kitêb in ku dozger dike kana tawanbirinên xwe, lê belê him ji bo Sandrayê him jî ji bo Samuelî hemberhemên wan ên di halê zindî de kurê wan Daniel e ku cihêrengî û hebûna wî ya serbixwe nas dikin. Bi serê saya bîrdanka Danielî ya akustîk ku temaşeyê veder dike, xwe pak dikin. “Nameyeke” anonîm ku êdî ne girîng e bê kî nivîsîye, wan her duyan vedigerîne wan cihên wan ên xwezayî yên çi yê mirinê çi yê jîyanê. Reng e di dawîya nameyê de wisa dinivîse: helbet zanim dildara min tu heq didî van gotinên min û herweha ew azmûna nepêkan a di navbera metirsî û sêwîrîna xeyalê de qelaptîye, te kiriye fikra xwe ya sabît: aniha, min bixwîne ta ku êdî bikeve halekî wisa ku neyê nivîsandin!
Ev nivîsa malpera punctumê, ji alîyê Ferzan Şêr ve bo Botan Timesê hatîye wegêran
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.