Amûra muzîkê ya bi çermê heywanan tê çêkirin: Erbane

Yek ji amûrên mûzîkê yên herî kevnar ên Mezopotamyayê erbane ye.  Bi hezaran sal in li vê ednîgarîyê ye û mûzîka gelek çandan dixemilîne. Niha di roja me ya îro da li atolyeyên biçûk ên Amedê tên çêkirin û hinardeyî çend welatên cîhanê têne kirin. Yek ji hosteyên erbaneyan yê li Amedê Nurullah Aslanalp e. […]

Amûra muzîkê ya bi çermê heywanan tê çêkirin: Erbane
Amûra muzîkê ya bi çermê heywanan tê çêkirin: Erbane
Beril Caymaz Gülistan Korban
  • 11 Nisan 2023 15:20

Yek ji amûrên mûzîkê yên herî kevnar ên Mezopotamyayê erbane ye. 

Bi hezaran sal in li vê ednîgarîyê ye û mûzîka gelek çandan dixemilîne.

Niha di roja me ya îro da li atolyeyên biçûk ên Amedê tên çêkirin û hinardeyî çend welatên cîhanê têne kirin.

Yek ji hosteyên erbaneyan yê li Amedê Nurullah Aslanalp e.

Nurullah hosteyekî ciwan e. Ew bi ceribandinê fêrî çêkirina erbaneyan bûye û 9 sal in vê karî dike.

“Em erbaneyên xwe bi çermê pez çêdikin. Çêkirina wê carna rojan digire. Di serî da kasnak tê çêkirin. Piştre çermê pez di nava avê da tê şilkirin û di nava kasnakê da tê bicîhkirin. Pişt ra em çend rojan li hêvîyê disekinin ku ew çerm xwe bikişîne.”

Nurullah Aslanalp

Erbaneyan dişîne 11 welatan

Nurullah tenê fêrî çêkirina erbaneyan nebûye her wiha gelek tiştên nûjen jî li çêkirina erbaneyê zêde kiriye.

Berhemên hosteyê ciwan ne tenê li Amedê her wiha ji derveyî welêt jî tên ecibandin.

“Em li ser erbaneyên bi xwe tasariman çêdikin. Wêneyên kesên navdar û cihên navdar li ser bi cîh dikin. Ev yek jî bala gelek kesan dikişîne. Ji çend welatên cîhanê mûşterîyên me hene. Em erbaneyên xwe dişînîn 11 welatan. Di nava wan welatan da Almanya, Îsveç û Amerîka jî hene.””

Nurullah Aslanalp

Aslanalpî diyar kir ku ew bi erbaneyên xwe yên taybet li gor daxwaza mirovan çêdike û berhemên wê li derve jî tên ecibandin.

Ereb û Faris ji vê amûrê re dibêjin “def”, Kurd jî jê re dibêjin “erbane.” Gelek kesan bi awayên cur be cur bikar anîye.

Hin kes li ser miriyên xwe erbane lêdaye. Hin kes di dawetan da lêdaye, hin kes jî bo eşa dile xwe vebêje erbaneyê bikaranîye.