Hevalbendîya stratejîk a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ber bi hilweşînê ve çûye. Piştî ku rêveberîya Trump biryara piştgirîya hikûmeta nû ya Sûriyeyê daye, hêzên Kurd di rewşeka giran de mane. Ev guhertina sîyasetê rê li ber hêzên hikûmeta nû vekiriye ku ber bi herêmên stratejîk û zevîyên petrolê ve herin.
El-Şeraa kontrola herêmê bi dest xist
Piştî qutbûna piştgirîya Amerîkayê, hêzên hikûmeta nû ya di bin serokatîya Ehmed el-Şeraa de operasyonên berfireh kirin. Hêzên hikûmetê di rojên dawîyê de bajarên wekî Reqa û Dêrezorê kontrol kirin. Ev pêşveçûn bû sedem ku HSD ji gelek herêmên ku bi salan di destê wê de bûn, şervanên xwe vegerîne. Hilweşîna rejîma Esed di Kanûna pêşîyê ya 2024an de, hevsengîyên li vê derê bi temamî guhartin.
Kurd li benda helwesteka zelal man
Berpirsên Rêveberîya Xweser dîyar kirin ku Amerîkayê ji bo êrîşên hikûmetê “çira kesk” vêxistiye. Îlham Ehmed daxwaz kir ku Washington helwesteka zelal nîşan bide û rê li ber şerî bigire. Li gorî daxuyanîyên Ehmed, dewletên Ereb piştgirîya el-Şeraa dikin û welatên Ewropayê jî li hemberî vê rewşê bêdeng man. Ehmed bi bîr xist ku cîhan deyndarê wan hêzan e ku li dijî DAIŞê şer kirin.
Enqere û Washington li ser xeteka hevpar civîyan
Sîyaseta nû ya Washingtonê ji bo Tirkiyeyê û rêveberîya el-Şeraa bû serkeftineka mezin. Tirkiyeyê her dem li dijî hevalbendîya Amerîka û HSDê derdiket. Nûnerê Amerîkayê Thomas J. Barrack Jr. ragihand ku peywira HSDê êdî bi dawî bû. Ev daxuyanî wekî nîşaneyeka dawîhatina peywendîyên deh salan derket holê. Kurdan bi hêvîya ku di Sûriyeya nû de xwedî statuyeka federal bin sîyaseta xwe meşandibûn, lê niha ew planên paşerojê bêwate man.
Trump pesnê hewildanên el-Şeraa da
Serok Trump dîyar kir ku ew ji Kurdan hez dike, lê wan ji bo berjewendîyên xwe û ji bo petrolê şer kir. Trump pesnê el-Şeraa da ku ji bo parastina girtîgehên DAIŞê hewil dide. Di vê navberê de, fikarên li ser revîna endamên DAIŞê zêde bûn. Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê ji bo ku rê li ber metirsîyan bigire, 150 girtîyên DAIŞê ji bajarê Hesekê veguhastin Iraqê.
Çavkanî:
- The New York Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.