Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kiriye ku ewê bo Tirkîyê êdî di belgeyên wezaretê de li şûna ‘’Turkey’’ê, ‘’Türkiye’’ binivîsin.

VOA Tirkî dide zanîn ku Seferata Tirkîyê ya li Washingtonê ev guherîn xwestiye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li ser daxwaza Tirkîyê, êdî li şûna ‘’Turkey’’ ya di zimanên biyanî de ‘’Türkiye’’ dinivîse.

Kurdên li Tirkîyê bo navê dewletê bi awayê nivîskî ‘’Tirkîye’’ dinivîsin.

TRT Kurdî, ku medyaya dewleta Tirk e, ‘’Türkiye’’ dinivîse.