Amedsporê serkeftina xwe ya ewil bi 3 golan wergirt

03/09/2024

Amedsporê Kocaelispor 3-0 têk bir.

Amedsporê piştî sê maçan serkeftina xwe ya ewil bi sê golan wergirt.

Ew heta niha carekê têkçûye, carekê bi ser ketîye û du caran jî 0-0 maye.

Amedspor û Kocaelispor şeva borî li Rihaya Bakurê Kurdistanê hatin pêşberî hev.

Listîkvanên Kocaelisporê Gokhan Degîrmencî û Muharrem Cînan di nîvê yekem ê maçê de bi karta sor ji lîstikê hatin derxistin.

Oktay Aydin di deqîqeya 32yan da gola yekem a Amedsporê û Adama Traore jî di deqîqeyên 62 û 86an da golên duyem û sêyêm ên Amedê avêtin.

Amedsporê aniha 5 puan hene.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Albûma ewil a 30 salîya hunermendîya Mehmet Atlı weşîyaye

Weşana paşê

Li Tirkiyeyê Kurdî û Polîtîkayên Zimanî yên Netewe-Dewletê

Te hay ji vê heye?