Amedsporê Kastamonuspor 1-0 têk bir û di rêya şampîyonîyê da cihê xwe saxlemtir kir

14/04/2024

Amedsporê li deplasmanê di deqîqeya 3yan da bi gola Enes Ozkan Katomuspor 1-0 têk bir û di lîga xwe da, di rêza yekem da 6 puanan li ber reqîbê xwe yê herî nêzîk Kastamonusporê ye.

Amedsporê li deplasmanê 1-0 Katamonuspor têk bir û di lîga xwe da, di rêza yekem da cihê xwe qewîtir kir ku sê maç mane ji bo xelasbûna serdemê.

*Îhtîmalên şampîyonîya Amedsporê:

Heke Amedspor ji sê maçên mayî çi maçan nebe û Kastamonuspor her sê maçên mayî bibe dê Kastamonuspor bibe şampîyon.

Heke Amedspor ji sê maçên mayî bi kêmanî du maçan bibe û yekê beraber bimîne, digel ku Kastamonuspor her sê maçên xwe bibe jî, dê Amedspor bibe şampîyon.

Heke ne Amedspor ne jî Kastamonuspor çi maçan nebin dê dîsa Amedspor bibe şampîyon li gorî puanên berdest.

Kastamonuspor divê bi kêmanî du maçan bibe û yekê berabere bimîne ji bo ku bibe şampîyon; bi îhtîmala ku Amedspor çi maçan nebe.

*Ev tenê îhtîmalên serkeftina maçan in, dibe ku her du taxim jî çi maçan nebin û puanên wan wek xwe bimînin, an jî ji maçên mayî dibe ku yekê an duduyan jî bibin, çendîn îhtîmal din jî hene. Lê ji bo şampîyonîya her du taximan ew îhtîmalên jorî dikarin bên gotin.

Ji bo halê dawîyê rêza taximan û puanan bitikînin:


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha