Amedspor û Vanspor bo mexdurên erdhêjê lîstin

Amedspor û Vansporê ji bo mexdûrên erdhejê maça dostane lîstin.

Bajarê Amedê jî yek ji wan bajaran bû ku ji tesîra erdhêjê para xwe girtîbû.

Tîma Amedspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê da cih digirt, ji ber erdhêjê ji lîgê derket.

Amedspor, bi Vanspor FKya ku di Lîga 2yemîn Koma Sor de ye maça dostanî lîst.

Maça dostane bi malovaniya Vansporê li Wanê hate lîstin.

Dahata maça ku bi serkeftina Amedsporê 4-2 bi dawî bû dê ji bo mexdûrên erdhejê xerçkirin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Hêjeyê bibîrxistinê ye ku piştî erdhêja li Amedê Amedspor di heman demê de tesîsên xwe ji bo mexdurên erdhêjê vekiribû.

Alikariya xwarin û vexwarinê bo mexduran peyda kiribû.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times