Amedsporê di hefteya 24an ya Lîga 1ê ya Trendyolê de li deplasmanê bi du golan Pendikspor têk biriye. Tîma serkeftî niho li serê rêzê cî digire. Tîmê her du golên xwe di nîveka duyem ya maçê de avêtine.
Pendikspor bi 10 kesan ma
Di deqîqeya 42an de lîstikvanê Pendiksporê Hakan Yeşil piştî midaxeleya li Sinan Kurtî bi karta sor ji lîstikê derket. Piştî vê biryarê, ji ber îtirazên zêde teknîkdirektorê Pendiksporê Uğur Uçar jî ji alîyê dadwerî ve ji qadê hat dûrxistin û ber bi trîbûnan ve hat rêkirin.
Golên serkeftinê di nîveka duyem de hatin
Amedsporê di destpêka nîveka duyem de zexta xwe zêde kir. Di deqîqeya 49an de li ser pasa Diagne, Traore top şand tora Pendiksporê.
Di deqîqeya 60an de vê carê Diagne bi xwe derket meydanê û bi serê xwe li topê da û maç kir 2-0. Bi vê encamê Amedsporê sê puanên giranbiha standin û lîdertî/pêşengî ji destê reqîbên xwe girt.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.